Li polîsên destûr nedan rapora lêdanê bê girtin gilî kirin 2021-09-15 16:37:59     ÇEWLIK - Di serdegirtinên malan ku li Çewligê hatin kirin de Azad Gurdegir bi lêdanê hatibû binçavkirin. Azad ê birin kontrola tendirustiyê polîsan destûr neda ku rapora lêdanê bidinê. Li ser vê malbatê li Serdozgeriya Komarê ya Çewligê giliyê polîsan kir.   Li Gundê Kdiîmadrak ê Çewligê duh bi ser mala  Ahmet Gurdeger (34),  Hatun Gurdegir (65) û Ertan Gurdegir (45) de hatibû girtin. Di serdegirtinê de Ahmet, Bermal û Azad Gurdegir bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Hersê kesên hatin binçavkirin duh ji bo kontrola tendirustiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.   Keça Hatun Gurdegir Ayfer Gurdegir, diyar kir ku ji 3 kesên hatine binçavkirin biraziyê Azad Gurdegir, ji ber lêdana polîsan hestiyê serê wî şikestiye û hersê xizmên wan jî ku ji bo tendirustiyê birine nexweşxaneyê polîsan destûr nedaya ku rapora  lêdanê bidin biraziyê wê Azad.    Ayfer derbarê polîsên ku destûr nedan ji Azad re rapora lêdane bê dayîn de çû Serdozgeriya Komarê ya Çewligê û gilî kir.    Kesên hatine binçavkirin li muduriyeta polîsan ya Çewligê tên girtin.