Huda Kaya: Desthilatdarî wê bi têkoşîna jinan biçe 2021-09-15 09:05:01   Marta Somek STENBOL - Huda Kaya ya HDP’yî,  diyar kir ku jin di hedefa hêzên ewlehiyê de ne û sedema êrîşên wan jî desthilatdarî û wezareta karê hundir e û got:"Em hebûn, wê hebin, heta ku xerab û zalim tune bibin wê têkoşîna me bidome."   Li Tirkiyeyê di salên dawî de zimanê nefretê, şîdeta mêr, gotinên zayendperest bênavber didomin û zêde dibin. Roj bi roj mînakên nû li binpêkirinên mafan zêde dibin. Di bin çavan de îşkence, şîdet û her wekî din tên jiyîn.   Ji jinan ditirsin    Têkoşîna jinan bi taybet a 10 salên dawî û biryarbûna jinan di serî de gumanbaran û hêzên ewlehiyê ditirsîne. Jin li dijî rakirina Peymana Stenbolê di 1’ê Tîrmehê de ku bi fermî hat rakirin, bi dirûşma ‘peyman jî ya me ye kolan jî ya me ye’ çalakî pêk anîn. Di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de di 5’ê îlonê de hat xwestin mîtînga aştiyê pêk bînin lê hat qedexekirin. Li ser vê li Tunela Taksîmê çalakiya protestoyî pêk hat û di vir de şîdeta polîs carek din teşhîr bû.  2 jê zarok 47 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û Cigirê Midûrê Emniyeta Stenbolê Muharrem Yazgan, li jineke ku bi lêdanê hat binçavkirin dijûn û heqeret kir û rojnamegera jin ew dem kir bin qeydan. Li ser vê rojnamegera jin jî rastî şîdeta polîs hat. Li aliyê din hemû jin û parlamenterên di daxuyaniyê de hatin dorpêçkirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ku ew jî li wir bû der barê mijarê de axivî.  Huda Kaya diyar kir ku di salên dawî de bi taybet jin bi awayekî sîstematîk di çalakî û bernameyan de hedef tên nîşandan û hêzên ewlehiyê şîdet û îşkenceyê li jinan dikin.   'Yên tirs û zincîr şikandin jinên HDP’ê ne'   Hudayê da zanîn ku îfadeya rewakirina şîdetê zêde bûye û got: “8 sal berê bi taybet jin rastî şîdeta bi xof dihatin. Di salên dawî de bûyerên travmatîk ên civakî, bûyer, êrîş, komkujî û lîncên siyasî hatin jiyîn. Bandor, pratîk û şopa wê hîna heye, bedelên wê hîna tên dayîn.  Desthilatdariyê rêveberiya tirsê pêk aniye. Di van vîrajên travmatîk de yên ku tirs û zincîr şikandine jinên HDP’ê bûn.”   'Jin hedefa herî mezin in! ' Hudayê destnîşan kir ku di serî de jinên kurd û jinên HDP’yî her tim ji bo çareseriyê hewl didin û ji bo vê pêşeng in û wiha dirêjî dayê: “Di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de li, çalakiyan, mîtîngan, der barê Peymana Stenbolê de binêrin, di diyarkirina rojeva Tirkiyeyê de hêza jinê gelek mezin e. Bi taybet li hember tabanê û gelê kurd êrîşek mezin heye. Lê bi taybet jî di çalakiyan de jin her tim hedefa herî mezin in.”   ‘Sedema êrîşan desthilatdarî û wezareta karê hundir e’   Hudayê êrîşa li hember Dayikên Şemiyê ya di hefteya 700’î de li Qada Galatasarayê pêk hat jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Piştî Qada Galatasarayê hat qedexekirin şûnde li ber ÎHD’ê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe domandin. Li wir her kes bi dehan carî rastî êrîşê hatin. Sedema êrîşan jî desthilatdarî û wezareta karê hundir e.  Hêzên ewlehiyê ji wan hêz girt û şîdet pêk anî. Desthilatdariya AKP’ê wê bi cesaret, jîrbûn û têkoşîna jinan biçe. Bi têkoşîna jinan wê ew bi leztir biçin.”   ‘Wê têkoşîna me heta dawî bidome’   Hudayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan tu carî serî netewand û şûnde gav neavêtin. Beriya Peymana Stenbolê bê rakirin û piştî vê jin her tim li qadan bûn. Em hebûn, em ê hebin û heta ku hemû nebaşî, zalimî, xerabî necehemin wê têkoşîna me bidome.”