'Hişmendiya ku bi DAIŞ’ê da windakirin wê bi Talîban jî bide windakirin' 2021-09-15 09:03:09       Sena Dolar   STENBOL - Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji Talîbanê ne cudatire û gotin: “Teşeyên rêxistinkirina wan cudabe jî AKP, dema mijar dibe jin û LGBTÎ xwedî xeteke hevpar in. Hişmendiya jinê ya bi DAIŞ’ê da windakirin wê bi Talîban jî bide windakirin.”   Desteserkirina Afganîstanê ya ji aliyê Talîban ve hîna di rojevê de cihê xwe digire. Rayagiştî ya cîhanê  pêkanînên Talîban ji nêz ve dişopîne, lê mixabin ji bo pêşîgirtinê tiştekî nake. Tiştên Talîban dike, pêkanînên DAIŞ’ê yên li Kobanê û Şengalê tîne bîra mirovan. Di 1996’an de Talîban li Afganîstanê rêveberî girt, li ser jinan serdestî ava kir, ferz kir ku jin xwe bigirin, tenê dernekevin kolana, ji temenê 10 salî mezintir keç nikaribûn biçin dibistanan. Her wiha jinên bi mêran re biaxiviyana jî dihatin recmkirin û kamçîkirin. Ev pêkanîn li cihên ku DAIŞ’ê dagirkirin pêk anî jî derketin holê. Lê bi pêşengiya jinan DAIŞ hat têkbirin. Di 2001’an de bi mudaxaleya DYA’yê Talîban vekişiya lê 20 sal şûnde di 15’ê tebaxê de dîsa bi lihevkirinekê welat girt.   Her çiqas dema ewil daxuyaniyên nerm yên Talîban hebin jî piştperdeya wê berovajî vê ye û demek kurt jî ev derket holê. Jinên pêşkeşvan ji kanalên televîzyonê girtin û perwerdeyên tevlihev rakirin. Talîbana ku xwedî vê zîhniyetê ye ewil ji aliyê Tirkiyeyê ve yanî AKP-MHP’ê ve muxatab hat girtin. AKP’a ku 19 sal in desthilatdare peymana Stenbolê rakir û wekheviya zayenda civakî rakir, bi zanînghên jinan hewl dide jinan ji civakê qût bike. Ev jî nîşan dide ku AKP bi Talîban re xwedî heman zîhniyetê ye.   Ji Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel û ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî diyar kirin ku AKP-MHP û Talîban li hember jinan polîtîkayek dijminahî dimeşîne lê têkoşîna jinan sînoran nas nake.   ‘Ne tesadufe’   Yeşîm Tukel gotinên Tayyîp Erdogan yên ku beriya Talîban Kabîlê bigire yên wekê "Aliyê me yê li Talîban tune" bibîr xist û got: “Dema îro mirov li polîtîkayên wan dinêrin, teşeyên rêxistinên wan cuda bin jî AKP jî xwedî zîhniyeta Talîbane, dema mijar dibe jin û LGBTÎ, xwedî heman zîhniyetê ne. Îro li bakurê Kurdistanê artêşa TC çawa bi polîtîkayên şerê taybet jinan tacîz û tecawiz dike, îşkencê li gerîlayên jin dike, Talîban jî li qada pevçûnan heman tiştî li jinan dike. Di qada şer û dagirkirinê de ewil jin hedef tên girtin. Ev ne tesadufiye.”   ‘Nîşandan ku dijminê jinê ne’   Yeşîmê daxuyaniyên berdevkên Talîban yên ewil hatin dayîn bibîr xist û got: “Di daxuyaniyên ewil de gotin ew wê mafê jinan biparêzin, ne dijminê jinane. Di salên 90’î de dema hatin rêveberiyê jin recm kirin, qetil kirin, girtin li wan ferz kirin, mafê xebatê ji dest girtin. Îro jî rewşek cuda tune. Jin piştî dagirkirinê li zanîngehê hatin derbkirin. Perwerda tevlihev hat qedexekirin.”   Yeşîmê her wiha daxuyand ku AKP demek dirêje li hember destkeftiyên jinan êrîşan pêk tîne û wiha dawî lê anî: “Di nokteyekê de qebûlkirina Talîban tê wateya ‘Em ê heman polîtîkayan li Tirkiyeyê pêk bînin, vê tehdîdê jixwe dûr nebînin’. Talîban got ‘Endamên me hîna ne amadene ku bi jinan re bên rû hev, ji ber vê bila jin dernekevin kolanê’. Li Tirkiyeyê jî dema 1’ê tîrmehê de me ji bo Peymana Stenbolê çalakî pêk anî, polîsan gotin ‘vegerin malên xwe’. Di vê nokteyê de gelek dişibin hev. Em jin û LGBTÎ  ne bêçarene. Em ê bi têkoşîn ayekbûyî ya jinan û bi hêz û tecrubeya jinên her derê cîhanê wê vê têk bibin.”   ‘Civakeke ku xizmetê ji mêr re dike tê armanckirin’   Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî bi lêv kir ku Talîban perwerda tevlihev qedexe kiriye û bi vê jî hedef dike ku jinê ji civakê dûr bixe û got: “Li Tirkiyeyê jî heman tişt tê xwestin bê kirin, dixwazin zanîngehên jinan çêbikin. Tiştên ku desthilatdarî dixwaze li Tirkiyeyê bike, li Efganîstanê jî Talîban pêk tîne. Her du jî ji mêjiyê mêr re xizmetê dike, dixwazin civakeke zayendperest ava bikin.”   ‘Jina makul niha Talîban dike jiyanê’   Newrozê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tê xwestin jinan bikin bi kontorla xwe û di kalibê jina makul de tengezar bikin û wiha pê de çû: “Rolên wek ‘li malê rune, zarokan mezin bike, xwarinê çêbike’ yanî jina makûl li jinan tê ferzkirin. Îro li Efganîstanê Talîban dike. Polîtîkayên Talîban îro ji aliyê AKP’ê ve tê xwestin kub ê kirin. Lê em jin dibêjin ku têkoşîna me sînoran nas nake. Em ê her tim dengê xwe bilind bikin.”