Perîhan Agaoglu: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin 2021-09-15 09:01:54   Medya Uren   MÊRDÎN - Perîhan Agaolu diyar kir ku di dema nû ya kampanyaya "Dem  Dema Azadiyê ye" de wê li ser tecrîdê bê rawestandin û wiha got: "Tecrîd ji me re berî her tiştî tê û wê hemû têkoşîna me ji bo wê be. Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Ji ber ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e. Ji bo ev azadî pêkan bibe jî em ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn têbikoşin. Em bawer in em ê encamên baş bi dest bixin."   Di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" de wê li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan bê rawestandin. Kampanyayê di rojên borî de sala xwe temam kir û di sala nû de jî wê ji bo azadiya Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan gavek nû bê avêtin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu li ser kampanya û tecrîdê nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.   'Qeyran û pirsgirêkên navxweyî koka xwe ji tecrîdê digire'   Perîhanê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ger ew kampanyayê binirxînin pêwîst e ew pêvajoyê baş bizanin. Perîhanê wiha berdewam kir:"Rojeva me ya sereke jî tecrîda li ser Birêz Abdullah  Ocalan e ku di kesayeta wî de tecrîd bandoreke mezin li ser hemû girtiyên siyasî û gelê kurd dike. Di eslê xwe de Tirkiye jî bi bandor dibe. Qeyran û pirsgirêkên navxweyî yên ku dewlet dijî koka xwe ji tecrîdê digire. Em dikarin ji vê jî girîngiya şikandina tecrîdê fam bikin. Heta ku tecrîd neyê şikandin jî ne ji bo me ne jî ji bo gelên li Tirkiyeyê aramiyek mayînde ne pêkan e."   'Hevdîtina li Îmraliyê bandora xwe nîşan kiribû'   Perîhanê bal kişand ser pêvajoya aştiyê û bandorên hevdîtinên bi Îmraliyê re û got:"Me di wê pêvajoyê de bi eşkere dît, çawa her tişt çareser dibû. Di her hevdîtinê de,  gotin û pêşniyariyên Birêz Abdullah Ocalan çawa bandora xwe nîşan dida. Pêvajoya aştiyê di heman demê de li Tirkiyeyê bû pêvajoya herî baş û aram. Pişt re jî bi destên xwe pêvajo bi dawî kirin û heta niha jî em ji encamên ku afirandine re dibin şahid. 22 sal in Birêz Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û ji roja yekem heta niha bi milyonan kurd ji bo wî di nava çalakiyan de ne. Ji ber ku hêviya gel ew e. Ji ber ku ew jî dizanin çareserî encax wê bi şikandina tecrîdê re pêkan be."   'Nikarin rêvebiriyê bikin'   Perîhanê têkildarî êrişên îqtidarê yên li ser siyaseta kurd got:"Di hişmendiya yekzilamî ya îqtidarê de parlemento di fermiyetê de heye lê di hêla pratîkê ya biryaran de tune ye. Ya rast ew çi bixwazin wê di parlementoyê de didin meşandin. Ev nêzîkatî di her qadê de tê bikaranîn. Ger mijar dibe kurd jî êrişa wan dijwar dibe. Hikumeta niha nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe û ev rastiyek e. Di her alî de netêrbûnek heye. Ger nikarin rewşa Tirkiyeyê baş bikin jî pêwîst e rêya duyem, hevdîtina li Îmraliyê pêk bînin. Lê belê çiqasî tengav dibin êrişî kurdan dikin. Lewra nizanin ku wê rabûna vê ketinê jî êdî zehmet be."   'Ji ber vê sedemê dem dema azadiyê ye'   Perîhanê diyar kir ku ger li cihekî bişaftin û qirkirina gelekî hebe, pêwîst e li wir têkoşîna rûmetê jî were dayîn. Perîhanê wiha pê de çû: "Me qala tecrîd û êrişên li dijî gelê kurd kir. Em dibêjin ji ber vê sedemê dem dema azadiyê ye. Kampnayaya me sala xwe temam kir û li Kurdistanê di şeklê bernameyek tije de derbas bû. Li girtîgehan, li qadan di çarçoveya bernameyê de çalakî hatin lidarxistin. Bi taybet ji rêxistina me ya jinan jî bi kampanyayên cur bi cur re piştgirî dan kampanyayê. Me encamên gelek baş jê girt. Em li gundan, li sûkan, li taxan, bajar û cihên xebatê jî geriyan. Me li gel guhdarî kir û ew jî ji me re axivîn. Me rexne kirin, pêşniyarî kirin û gotin me şiyarbûnek mezin jiyaye. Gel êdî nayê xapandin, bi lîstokên îqtidarê naxapin. Me peyama wan girt û em ê bi hêza ku wan daye re sala were jî têr û tije derbas bikin."   'Me çok danenî'   Perîhanê da zanîn ew li dijî neheqiyê serî radikin, serîrakirina wan jî sûc tê dîtin û wiha got:"Em weke partiyek siyasî nikarin xebatên xwe jî bidin meşandin. Qirkirina siyasî, qetilkirin, êrişên nîjadperest, polîtîkayên xizankirinê û wekî din bi hezaran êrişên bi vî rengî li ser kurdan tên meşandin. Her tim rêbazên şer û kujeriyê bi kar tînin. Ger ku em li dijî vê yekê serî hilbidin weke sûc tê erêkirin. Bi van hincetan jî hemû xebatên me asteng dikin. Çalakiyên me di çarçoveya kampanyayê de kirine jî pêwîst e ji rêzê neyên dîtin. Ji ber ku rexmê astenga hişmendiya îqtidarê jî me bersiva xwe ji wan re ragihand. Me nîşan da ku em ê tucar li dijî neheqiyan çokê daneynin. Ji îro şûnde jî me bernameya xwe ya navçeyan çêkiriye. Wê her navçe li cihê xwe di çarçoveya kampanya û tecrîdê de di nava gel de bigere û hevdîtinan pêk bîne. Bê guman wê di van xebatên me de jî zehmetiyê bidin pêş me. Lê belê weke me got em ê dev ji armanca xwe bernedin."   Perîhanê herî dawî jî bang li gelê kurd kir ku kampanyayê xurt bike û ji bo azadiya gelê kurd gavek bê avêtin.