Îtiraza li dijî lêgerîna tazî ya li parêzer hat kirin red kirin 2021-09-14 14:54:28     WAN - Ji bo lêpirsîna têkildarî lêgerîna tazî ya Parêzer Ekîn Yeter li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind  pê rû bi rû ma dozger biryara neşopandinê da.    Parêzer Ekîn Yeter di 30’ê nîsanê de xwest li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bike û bi lêgerîna tazî re rûbirû mabû. Ekînê giliyê lêgerîna tazî kir û dozgerê girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara dozvenekirinê da.    Ekîn Yeter diyar kir ku ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin û ew ê bi her awayî têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî binpêkirinên mafan bidomînin.