Peyama ‘şûnde venegerin’ didin 2021-09-14 09:04:29   Marta Somek    STENBOL - Ayrîn Uzuncan,  da zanîn li Tirkiyeyê berpirsê hemû sûcên li hember ermeniyan desthilatdarî ye û got bi polîtîkayênx we peyama ‘şûnde venegerin’ didin. Ayrînê got: “Em li vir in, em ê li vir bin. Em dixwazin sûc bê ceza namînin.”   Di 24’ê Nîsana 1915’an de hikûmeta Îttîhat û Terakkîyê ji bo Rûm, Asûrî-Keldanî-Suryanî û Ermeniya tune bike, bi zor bike misliman û tirk,  li Stenbolê ermenî bi komî girtin û surgun kirin. 224 rewşenbîrên ermenî birin kampên komkirinê ya Ayaş û Çankiriyê.  Piştre gel surgun kirin û qetil kirin. Di qirkirina ermeniyan de nêzî mîlyonek û nîv ermenî hatin qetilkirin û beşek ji wan surgun bûn û beşek jî ji ber mislimantî red kirin ji birçîna mirin.   Goristan hatin wêrankirin   Tevî sed sal zêde derbas bûye jî li Tirkiyeyê polîtîkayên qirkirinê didomin. Di salên dawî de dêr hatin firotin,  nîvisên nijadperest li dêran hat dîtin, kirin sergo. Goristana Ermenî ya taxa Kalecîk a navçeya Tuşba a Wanê hat texrîbkirin û hestî li derdorê hatin belavkirin.  Jina Ermenî Ayrîn Uzuncan got bi polîtîkayên qirkirinê dixwazin peyama venegerin bidin û got: “Bi van êrîşan dixwazin peyama ‘şûnde venegerin’ bidin ermeniyan. Lê em li vir in, em ê li vir bin. Em dixwazin ku ev sûcên hatine kirin bê ceza nemînin.”   ‘Texrîbatek mezin a çandî heye’   Ayrînê bal kişand ser texrîbatên ku hatine kirin û wiha dirêjî dayê: “Texrîbatek mezin a çandî heye. Ez wek jinek Ermenî li Tirkiyeyê jiyana xwe di bin xetereyê de hîs dikim. Tiştên li miriyan tên kirin min xemgîn dike. Ji ber ku tunekirina hişê civakî mijara gotinê ye. Êrîşên li hember goran bêrêzdarî ye. Ligel wêrankirina goristanan, nivîsên nîjadperest ên li dêran tên nivîsîn tehdîd in.”   ‘Ez xwe di nava ewlehiyê de hîs nakim’   Ayrînê destnîşan kir ku serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan Ermeniyên li Tirkiyeyê her tim hedef nîşan dide û ev nirxandin kir: “Ez xwe bê ewle hîs dikim, ji ber tiştên tên kirin bê ceza tên hiştin. Heta desthilatdarî gotinên ku piştgiriyê dide êrîşan dike.  Ez wek welatiyek Ermenî ya li Tirkiyeyê dijîm xwe di bin  tehdîdê de hîs dikim.”   ‘Divê bertek bê nîşandan’   Ayrînê her wiha bal kişand ser nîvîsên nîjadperest ên li dêran û got: “Li hember van bertekek tune ye. Texrîbkirina goristana li Wanê, belavkirina hestiyan, dêran vediguherin muzeyan, qezenckirina ji mîrateyên çandî û îbadestxaneyan berdewamiya polîtîka qirkirinê ye. Beşeke malbata min li Stenbolê ye. Beşek ji Anatolyay Navîn koçî Stenbolê kirine. Ez li Stenbolê hatim dinê û mezin bûm. Ez naxwazim nasnameya min bê çewisandin. Divê zext li nasnameyan neyê kirin. Em dixwazin di hawireke aştiyane de ku bikaribin daxwazên xwe bînin ziman de bijîn. Lê her tim em tên înkarkirin. Ji ber vê ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim.   Gumanbar diyar e   Ayrînê bal kişand ser êrîşên nîjadperest û wiha pê de çû: “Me ev di cînayeta Hrant Dînk de dît. Gumanbarê Hrant ji aliyê midûrê Emniyeta Giştî ve hat parastin. Heta bi ala destên xwe poz da û bê ceza ma. Ji ber vê jî berpirsê hemû sûcan, berpirsê bêcezahiştina gumanbaran, desthilatdarî ye. Em hene, em ê hebin. Em dixwazin ku sûcdar bê ceza neyên hiştin.”