Ji Ş.A ya ji Talîbanê reviya bang: Bêdeng nemînin 2021-09-14 09:03:28   Hîkmet Tunç   WAN - Ş.A ya ku piştî Talîbanê rêvberiya Afganistanê desteser kir neçar ma koç bike, diyar kir ku yekane daxwaza wan jiyanek mirovane ye û daxwaz kir ku bila raya giştî ya cîhanê li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng nemîne.   Piştî Talîbanê rêvberiya Afganîstan girt dest, bi hezaran kes neçar man koç bikin. Talîban ku hemû Afganîstan xist bin kontrola xwe, polîtîkayên zextê jî kir dewrê û jin kirin hedefa êrîşên xwe. Jin ji qada cemawerî hatin derxistin, perwerdeha ku jin û mêran bi hev re diîst hat îptalkirin, dengê jinan hat qedexekirin, çarşefa reş li jinan hat ferzkirin.   Yek ji jinên ji Talîbanê reviya jî Ş.A ya ku meheke hatiye Wanê ye. Ş.A. tiştên ku jiya ji ajansa me re vegot. Ş.A. ya ji ser Îranê hat Wanê, diyar kir ku Talîban piştî  gihiştiye bajarê Kabula, bi hevkariya keyayan, her kesên bi dewletê re têkildare tespît dike, qetil dike û got birayê wê yê li parlamentoya Afganîstanê peywirdarê ewlehiyê ye û birayê wê yê pîlot bi mirinê re rû bi rû ne.   Ş.A. bi lêv kir ku ji Afganîstanê derketiye, çûye Pakîstanê ji wir çûye Tehranê, piştre derbasî Maku bûne û wiha got: “Em li Maku çûn gel kesên bazirganiya mirovan dike û me 5 hezar û 4 sed dolar da. Pere girtin û em birin Merze û ji wir jî derbasî Newone kirin. Piştre telefonên xwe girtin. Me xwe negîhand wan. Komek din a bazirganên mirovan hatin û gotin ‘Em bazirganê hun xapandine nas dikin. Bi we re çiqas pere heye bidin me em ê we bibin Stenbolê. Hun pere nedin em ê we bişînin Îranê.’ Em wisa tehdîd kirin.”   Tecawizî gelek jinan tê kirin   Ş.A daxuyakirin ku gelek jinên neçar dimînin koçî Îranê bikin di riyan de tundî li wan tê kirin û tecawizî wan dikin û wiha dirêjî dayê: “Me du hezar û 3 dolar da wan. Du roj şûnde derengiya şevê em birin parqekê. Gotin li wir bisekinin wê wesayît bê we bigire. Ew jî reviyan û çûn. Rewşa jinan gelek zehmet e. Jinên ducanî û yên regl dibin, di riyan de zehmetiyan dikşînin. Di riya em derbas bûn de, di navbera Tirkiye û Îranê de hat gotin ku bazirganên mirovan tecawizî jinekê kirine. Tecawiz, şîdet, xesp pir tê kirin. Ewlehiya canê me tune ye. Tenê cilên li ser min niha hene.”   Nasnameyên wan tune ne   Ş.A. destnîşan kir ku nasnameya wan tune ye, ev jî yek ji pirsgrêkên herî mezine û wiha nirxandin kir: “Ji ber vê em kaçax dijîn. Ji ber em her tim bi xetereya dersînorkirinê dijîn. Demek dirêj em bê nasname û bi komên qerebalix re dijîn, nikarin derkevin derve jî. Zaroka min nexweşe. Bi rojane em nikarin bibin doktor. Li cihê em dimînin, em ji cîranan derman digirin. Belkî zaroka min koronaye. Em nikarin vê tespît jî bikin.  Ji ber nasname tune ger ku em şûnde bên vegerandin wê Talîban me qetil bike.”   ‘Tişta DAIŞ’ê li Sûriyê kir, niha Talîban li Afganîstanê dike’   Ş.A. daxuyakirin ku tevî şertên şer, jin berxwedanek mezin didin, lê berxwedan ji aliyê cîhanê ve nayê dîtin û piştgiriyê nabîne. Ş.A. nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Jin tê dikoşin, zilmê zextê qebûl nakin. Berê mafê jinan tunebû. Lê jin tu car evqas tune nehatibûn hesibandin. Çarşefa reş li jinan dikin. Ligel mêrek tunebe nikarin biçin marketê. Jinên bîh û zarokên keç ji bo leşkerên talîban tên girtin. Bi zaro dizewicînin. Rêveberiya Talîban rêveberiyek hov e. DAIŞ’ê li Sûriyeyê çi kiriye, Talîban jî li Afganîstanê wê dike.”   'Herî zêde ciwan direvin'   Ş.A. her wiha balkişand ser ciwanan û got herî zêde ciwan neçar dimînin birevin û sedema vê jî wiha rêz kir: “Mafê mirovan ketiye bin lingan. Herî zêde li ser ciwanan zext heye. Ciwan nikarin li gorî dilê xwe porê xwe şeh bikin. Dibêjin divê hun rû berdin. Tenê dikarin biçin dibistanên ku dersa Kuranê tê dayîn. Di alî aborî de ciwan nikarin qezencekê bidest bixin. Ji ber vê zext zêdetir li ser ciwanan heye û herî zêde ciwan dikevin riya koçberiyê.”   Ji bo rayagiştî ya cîhanê bang   Ş.A. di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ez jiyanek mirovane dixwazim. Wekê din tiştekî naxwazim. Dibêjin ‘mafê we heye’ lê derew e, mafê mirovan tune ye. Berê jî mafê me tunebû. Lê qe nebû em jin tenê dikaribûn derkevin kolanê, biçûna marketê. Piştî Talîban hemû rabûn. 10 salan DYA li ser axa me bû. Lê îxanetek mezin li me kir. Cîhanê çavê xwe li me girtiye. Bi Amerîkayê re êrîş dikin. wekê ku Amerîka vekişyaye nîşan didin lê ev êrîş bi hevkariya Amerîkayê tên kirin. Ez bang li hemû cîhanê dikim ku li dijî vê bêdeng nemînin.”