ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-14 09:00:00     *Li Çemê Ava Spî ya ku di nava Nisêbînê de, di ber TOKÎ'yan re derbas dibe ji ber bêhn û gemara qenalîzasyona TOKÎ'yan dîmenekî ne xweş derdikeve pêşberî me. Her wiha ev bêhn û gemara qenalîzasyonê tendirustiya gel jî dixe nav xetereyê û cihên ku berê weke seyrangeh dihatin bikaranîn îro gel aciz dike. DÎMEN HEYE   *Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyê, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “ Divê pêvajoya çareseriya bê destpêkirin.” DÎMEN HEYE   *Ş.A ya ku piştî Talîbanê rêvberiya Afganistanê desteser kir neçar ma koç bike, diyar kir ku yekane daxwaza wan jiyanek mirovane ye û daxwaz kir ku bila raya giştî ya cîhanê li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng nemîne.  BI DÎMEN   *Ayrîn Uzuncan,  da zanîn li Tirkiyeyê berpirsê hemû sûcên li hember ermeniyan desthilatdarî ye û got bi polîtîkayênx we peyama ‘şûnde venegerin’ didin. Ayrînê got: “Em li vir in, em ê li vir bin. Em dixwazin sûc bê ceza namînin.”  BI DÎMEN   *Endama Meclîsa Mafê Zarokan a TOP Hatîce Goz derbarê qetilkirina zarokên ku wesayîtên zirxî lê ketine û jiyana xwe ji dest dane de axivî û got: “Bi taybet li bajarên kurdan mirinên di encama lêketina wesayîtên zirxî de tên jiyîn. Li herêmê di bin navê ewlehiyê de ev sûc tên kirin. Di dozan de biryarên ku  ji bo fêdeya zarokan nayên dayîn, dema mijar dibe zarokên kurd, zêdetir  dibin.”