Li Sêrtê li dijî hemû astengiyan meş hat lidarxistin 2021-09-13 19:40:20     SÊRT - Bi pêşengiya MEBYA-DER ve MED-TUHAD-FED'ê de daxuyaniya ku bihata dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li dijî hemû astengiyan gel bi dirûşmeyên berz kirin ve meş pêk anî.     Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (Med Tuhad-Fed), bi dirûşma “Dem Dema Azadiyê ye” şahiya ku li Qada Newrozê ya taxa Azadiyê ya Sêrtê şahiya gel bihata lidarxistin. Lê ji ber destûr nehat dayin cihê wê hat guhertin û hat xwestin ku şahiya gel li ber avahiya HDP’ê ya Sêrtê bê lidarxistin. Waliyê Sêrtê bi hinceta qedexeya 15 rojan dîsa destûrê nedan ku şahî bê lidarxistin.   MEDYA-DER û MED-TUHAD-FED, li dijî astengiyan li ber avahiya HDP’ê ya Sêrtê daxuyaniyê da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk, Alîkara Hevserokên HDP’ê yên Giştî Feleknas Uca, parlamenterên HDP’ê  Hûseyîn Kaçmaz, Habîb Eksîk û Siddik Taş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, Hevseroka Şaredariya Êlihê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Korkmaz, rêxistina HDP’ê ya Êlihê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû.   Beriya daxuyaniyê, avahiya HDP’ê ya Sêrtê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Girse, li dijî astengiya polîsan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bi Berxwedanê em ê bi ser kevin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Berxwedana Zindana” berz kirin û bi stranan ve bertek nîşan dan. Di navbera parlamenter û polîsan de mûzakere hatin kirin.   Girse li dijî astengiya meşiyan   Polîsan, bi hinceta qedexeya walitiyê destûr neda ku heyet daxuyaniyê bide. Li dijî hemû astengiyan girseli li taxa Aydinlar bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Zindana” berz kirin ve meş pêk anîn. Di dema meşê de gel bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan eleqeyek mezin nîşan da. Meş heta avahiya HDP’ê berdewam kir.