Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xebata afîşan kir 2021-09-13 13:21:28     AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de li Amedê xebatên afîşan kir.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de li taxên Dîcle û Ferîtkoşkê yên navçeya Yenîşehîrê ya Amedê belavok belav kirin. Ciwanên HDP'yî li kuçeyan li dijî tiryak, fihûş, asîmîlasyon û sîxuriyê afîş daliqandin û derbarê van mijaran de ciwan û malbatên li taxan agahdar kirin.