Dayikên Lacik Spî yên Mexmûrê: Xwedî li doza xwe derkevin 2021-09-13 12:13:46     MEXMÛR - Dayikên Lacikên Spî yên li Mexmûrê li dijî êrişên Arteşa Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek dan û gotin: "Êrişên ku li başûrê Kurdistanê pêk tê ne tenê li hemberî gerîlane, di esasê xwe de li hemberî tevahî Gelê Kurd e. Em banga xwedîderketinê li dozê dikin."    Dayikên Lacik Spî, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), derbarê êrişên Arteşa Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan. Li ser navê Dayikên Lacik Spî Taybet Kapar metna daxuyaniyê xwend.    Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Hûn jî dizanin demekî dirêje êrişên dewleta tirk bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî herêmê tê meşandin her diçe giran dibe. Em jî weke dayikên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî van êrişan şemezar dikin. Em weke dayik bang li gelê xwe yê başûrê Kurdistanê dikin, ev destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine bi dest xistin xwedî lê derkevin, ev destkeftiyên giranbihane û ne bi hesanî hatiye bi dest xistin. Bila ji xewa giran serî rakin û çavê xwe vekin. Êrişên ku li başûrê Kurdistanê tên kirin ne tenê li hemberî gerîlane, li ser tevahî Gelê Kurd e. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û li rex zarokên xwe cih bigirin. Em li vir bangî hemû jin û ciwanan dikin û dibêjin li doza xwe xwedî derkevin rabin ser piyan û ji dagirkeriyê re bêjin êdî bese.   Berxwedana dayika Emîne Şenyaşar ku bi mehane li ber deriyê Edliyeya Rihayê ji bo zarokên xwe edaletê dixwaze em silav dikin. Em weke dayikên li Wargeha Mexmûrê piştgiriya xwe ji bo dayika Emîne tînin ziman.    Em bangî hemû dayikan dikin ku xwedî li dayîka Emîne derkevin. Em çalakiya wê silav dikîn û bejna xwe li hember îradeya wê ditewînin û dibêjîn dayika Emîne ne bi tenê ye.   Em bang li hemû dayikan dikin ku rabin ser xwe û dengê xwe bilind bikin."   Daxuyaniya dayikan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.