Li Mexmûrê koma 136'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-09-13 11:16:10       MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbuna girseya gel koma 136’an dewir girt û çalakî 270 roj in berdewam dike.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 270 roje bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 136’an çalakî hat dewirgirtin. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.   Li ser navê koma 135’an Elî Bilehî di serî de berxwedana gerîlla silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bê guman pêngava ku ji aliyê KCK-KJK’ê ve bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiye’ hatî destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Di nava salekê de bi gelek çalakiyên curbicur bersiva herî pêwîst hat dayîna faşîzmê û gav bi gav ber bi serkeftinê ve çûn. Di aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê de, di çiyayên azad de bersiva herî pêwîst ji bo dagirkeriyê hat dayîn û her roj berxwedan hîn bilindtir bû. Di bajaran de jî bi pêşengiya zarokên rojê, bi bersivdayîna dijmin xwe bi azadiya Rêber Apo ya fizîkî re kirin yek. Dîsan li her deverên ku kurd lê jiyan dikin gelek pêngavên bi nirx hatin avêtin. Di dîroka şoreşa me de jî her cara ku pêngavek nu hatiye avêtin, bi taybet hevalên jin pêşengtiyek mezin kirine. Di çarçoveya pêngavê de, salek tejî berxwedan û tekoşîn me li pey xwe hişt. Ji ber wê yekê em dikarîn bêjîn ku pêngav bi awayek serkeftî gihiştiye encamê.   Eger ku îro ciwanên nu gihayî bi biryar û hezkirina xwe bi israr tevlî çalakiya gireva birçîbunê dibin, tê wateya ku tu kes nikare gel û rêbertî ji hev qut bike. Em wek koma 135’an li ser navê hemû gelê Mexmûrê silavên xwe yên germ ji bo Rêber Apo, ji bo gerîllayên ku bedena xwe kirine sîper ji bo dagirkeriyê ji bo girtiyên zîndanan ku li hember hemû zextên dijmin bi îradeyek ji pola li ber xwe didin û ji bo hemû kesên ku di her qadê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tekoşîn dide, dişînin."   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zîndana" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.