‘Di şexsê Ayşe Gokkan de em ê xwedî li têkoşîna jinan derkevin' 2021-09-13 09:09:06     MÊRSÎN - Jinên Mêrsînê bangewaziya tevlî danişîna doza Ayşe Gokkan kirin û gotin: "Jinên ku li dijî pergala serdestiya mêr derdikevin hedef tên nîşandan. Lê heke jin piştevaniya xwe mezin bikin dê bi ser kevin."    Heta niha derbarê berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de 200'ê zêdetir lêpirsin hatine vekirin û 83 caran hatiye binçavkirin. Hemû bincetên binçavkirinê jî ji ber ku têkoşîna jinan didomîne. Ayşe herî dawiyê di 28'ê Çilê bi hinceta “Entamtiya Rêxistinê" û “Rêvebertiya Rêxistinê"  hat girtin. Îro 22'yemîn danîşana doza Ayşeyê tê dikin. Derbarê mijarê de seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Gursoy û aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem ji ajansa me re axivî.    'Pêşeng her tim hedef tên girtin'   Çîgdem, da zanîn ku perspektîfên Ayşeyê ji bo jinên kurd girîng bû û got: "Çend têkoşîna jinan berfireh dibe û îqtîdar di serî de pêşengên têkoşînê hedef digire. Ayşe dema hevşaredar bû li Nisêbînê kir cihê jinan û Nisêbîn li cîhanê jî wisa navdar bû. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê bêtir xebatên jinan hatin hedef girtin. Niha li girtîgehan hêjmara têkoşêr û berxwedêrên jin gelek in. Sedema vê jî tirsa îqtîdarê ye."    'Di şexsê Ayşeyê de dixwazin têkoşînê têk bibin'   Çîgdem, diyar kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de dixwazin têkoşîna jinan têk bibibin û wiha bi lêv kir: "Dixwazin têkoşîna jinan têk bibin û li gorî xwe teşeyê bidin jinan. Niha çend Ayşe girtî bê jî rêya ku vebû ji bo jinan girîng e û jin dê şopdarê vê rêyê bibin. Îro tevlîbûna jinan a li dozê dê vê tiştî nîşan bide. Her wiha dema jin piştevaniya xwe mezin bike dê bi ser kevin."    'Jinên bêtirs hedef tên girtin'   Felek jî wekî Çîgdemê bal kişand ser hedefgirtina têkoşîna jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jinên ku li dijî pergala serdest a mêr têdikoşîn dibin hedef. Ayşe her tim ji bo jinên kurd li ber xwe da ye û bûye parçeyeke ji dîrokê. Ayşe bi dehan caran hatiye binçavkirin û ev tişt nîşaneya bêeadaletiyê ye. Dewlet di şexsê Ayşeyê de li hemberî jinan hersa xwe nîşan dide. Pergal ne tenê têkoşîna jinan hedef digire û bi înkar, şîdet, şer û zextan hemû beşên civakê hedef digire. Lê jin bi înad û israr bi sekneke rêxistinî dê azadiyê bi dest bixe. Li salonên dadgehan her tim parastina jinên berxwedêr deng daye û ji ber ku ev jin bêtirs in."   'Em ê xwedî li têkoşîna jinan derkevin'   Felek, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze derbarê jinan de biryaran bigire. Cil û berg, hejmara zarok anîne, kenê jinê û hwd. îktîdar dixwaze di bin tekela wî de be. Her wiha bi polîtîkayên ku kujer û êrişkar serbet dihêle jî hêzê dide pergala xwe. Ayşe ji bo azadiya jinên kurd têdikoşe û ji ber vê sedemê jî bûye hedef. Dadgeh ji bo cihê teşhîrkirina daraza mêr e. Wekî Ayşe gotî 'Em kurd in, em jin in û li vir in', ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinan di nav têkoşînê de bû. Em bang li jinan dikin ku em bi hev re xwedî li têkoşîna jinan derkevin."