'Zimanê kurdî rûmeta me ye' 2021-09-13 09:05:01   COLEMÊRG - Dayika, hevşardara Geverê Remziye Yaşar ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, Muhsîma Yaşar da zanîn ku li girtiyên jin ku ji ber stranên kurdî gotine û govend gerandine, cezayê dîsîplînê hatiye birîn û wiha berteka xwe anî ziman: “Em li dijî vê pergalê ne. Em pêkanînên wisa û cezayan qebûl nakin. Em dest ji axaftina bi kurdî bernadin.”   Li girtîgeha Jinan a Elezîzê di nav de hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Cigirî Serokatiya Giştî ya ESP’ê Fethiye Ok Çîçek û hevşaredara Gevegerê ya qeyûm tayînê şûna wê bûye Remziye Yaşar jî nav de li 9 girtiyî lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin. Ji aliyê Midûriyeta înfaza Cezaya Elezîzê ve bi hinceta di 15’ê tebaxê de bername pêk anîne, lêpirsîn hat destpêkirin û di girtika hat girtin de, stranên kurdî yên gotibûn wek ‘sirûda di zimanê nayê fêmkirin de gotine’ hat nivîsin.    Dîsa di heman dîrokê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li 4 girtiyên jin bi hinceta stran striyane û govend gerandine cezayê ragîhandinê ya 4 mehan hatibû dayîn. Dîsa hevşaredara Qereyazi ya Erziromê Melîke Goksu jî di hevdîtina telefona bi malbata xwe re diyar kiribû ji ber ku bi sê hevalên xwe re stran gotine û govend gerandine rastî cezayê dîsîplînê hatine.   ‘Kurdî zimanê me ye’   Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar ya ku li Girtîgeha Jinan a Elezîzê girtiye û qeyûm tayînê şûna wê bûye jî rastî cezayê dîsîplînê hat. Dayika wê Muhsîma Yaşar axivî û da zanîn ku cezayê hatiye dayîn dijhiqûqiye û wiha dirêjî dayê: “Keça min û hevalên xwe derdikevin hewadankê û ji bo dem derbas be strana kurdî gotine. Ji xwe re bi zimanên xwe stran gotine. Ev kirine hincet û ji bo keça min û 8 hevalên wê mehek qedexeya hevdîtinê û hevdîtina telefonê anîn. Ji ber bi zimanê xwe stran gotin ceza lê birîn. Ev ne mirovahiye û wijdaniye. Gelo wê li girtîgehê mirov çawa demê derbas bikin.”   ‘Em ji çanda xwe şerm nakin serê me bilinde’   Muhsîmayê her wiha bi lêv kir ku ev ceza ne raste, ji ber pandemiyê ji xwe nikarin biçin hevdîtinê û wiha pê de çû: “Ji xwe qedexeya telefon û hevdîtinê anîn. Me ji ser telefonê agahî ji wan digirt. Em vê cezayê dîsîplînê qebûl nakin. Xweda ziman daye me, bêguman em ê zimanê xwe biaxivin.  Em ji çanda xwe şerm nakin. Em ji kurdbûna xwe şerm nakin. Em her tim serbilkindin. Zimanê me ser serê me. Rûmeta me ye. Em tu car dest ji zimanê xwe bernadin. Em her tim ligel zarokên xwe ne.”   ‘Kurdî zimaneke û çawa nayê fêkirin'   Muhsîmayê bertek nîşanê hinceta ku ‘zimanê nayê zanîn’ ji bo kurdî hatiye gotin da û wiha dawî lê anî: “Kurdî zimaneke, çawa fêm nakin? Xuyaye Kurd nas nekirine. Hemû zimanên cîhanê dizanin. Çima kurdî nizanin. Madem dibêjin kurdên xwişk û bira wê demê kurdî jî heye. Kurdî ne zimanekî ku nayê fêmkirinê ye. Em van cezayan qebûl nakin. Divê zimanê me qebûl bikin. Li vî welatî ne hiqûq, ne edelet û ne jî mirovahî maye.”