ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-13 09:00:00   *Karkerên demsalî  yên jin ku seranserê havînê li bajarên metrepolan li nav erdan dixebitin, keda wan nayê dîtin. Jinên kedkar ên li Enqereyê ku li nav erdan dixebitin, tevî ku bi mêran re heman karî dikin, newekheviya zayendî li wan tê kirin. Jin dixwazin ku ev pêkanîn bi dawî bin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Senem Doganoglu der barê Doza Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got heyeta li dozê dinêre heyetek taybet e û wiha got: “Jin û zarok her tim dibin mijara takasê.  Kî vê takasê dimeşîne çawa dibe ji aliyê jinan ve hat îfadekirin. Bi dewletê re di têkiliyek çawa de ne, hat îfşakirin.” DÎNEN HEYE   * Dayika, hevşardara Geverê Remziye Yaşar ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, Muhsîma Yaşar da zanîn ku li girtiyên jin ku ji ber stranên kurdî gotine û govend gerandine, cezayê dîsîplînê hatiye birîn û wiha berteka xwe anî ziman: “Em li dijî vê pergalê ne. Em pêkanînên wisa û cezayan qebûl nakin. Em dest ji axaftina bi kurdî bernadin.”    *Derya û Engîn Arici ku li ser deriyê wan nivîsa ‘Kurdên Elewî, mirin, bicehmin’ hat nivîsîn, wiha gotin: “Nasname û baweriya me hedef tê girtin. Me mînaka herî şênber a êrîşên nîjadperest di dîroka nêz de li Konyayê dît.” BI DÎMEN   *Jinên Mêrsînê bangewaziya tevlî danişîna doza Ayşe Gokkan kirin û gotin: "Jinên ku li dijî pergala serdestiya mêr derdikevin hedef tên nîşandan. Lê heke jin piştevaniya xwe mezin bikin dê bi ser kevin."  BI DÎMEN