Li Esmer Tunç teşhîsa nexweşiya KOAH'ê hat danîn 2021-09-12 16:41:09     ŞIRNEX - Dayika Mehmet û Orhan Tunç ên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê de hatin qetilkirin, Esmer Tunç ji ber pirsgirêkên nefestengiyê rakiribûn beşa lênêrîna giran. Hat zanîn ku rewşa Esmer ber bi başbûnê ve diçe û her wiha hat zanîn ku bijîjkan teşhîsa nexweşiya KOAH’ê lê daniye.   Dayika Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ên di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê de hatin qetilkirin, Esmer Tunç, di 3'ê Îlonê de bi gumana vîrûsa koronayê (Kovîd-19) rakibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û testa Esmer Tunç negatîf derket. Lê piştî rewşa Esmer Tunç a nexweşiya nefestengiyê pê re heye giran bû, rakirin beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê.     Di encama testên hatin kirin de bijîjkan teşhîs kirin ku Esmer, nexweşa KOAH’ê ye. Her wiha li gorî agahiyên ku ji malbatê hatin girtin rewra Esmerê ber bi başbûnê ve diçe û roja dûşemê dê rakin servîsa normal. Li aliyekî jî hat ragihandin ku ji ber nefes tengiyê du cihazên oksîjenê Esmer û li malê di saetên diyar de dê bi kar bîne.   Her wiha nexweşiyên Esmerê  yên wekî şekir, tansîyon û guatra bi jehr jî hene.