Xizmên girtiyan li Bakirkoyê meşiyan 2021-09-12 16:32:29     STENBOL - MATUHAY-DER û ANAKAYA -DER, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan ji ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi dirûşlma "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.   Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Marmarayê (MATUHAY -DER) û Komeleya piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Anatoyayê winda kirine (ANYAKAY -DER) bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û derbarê greva birçîbûnê li zindanan bi dirûşma "Dengê li zindanan bibihîze, tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo ku daxuyaniyê bidin kom bûn.   Qada ku wê daxuyanî lê bihata dayîn ji aliyê polîsan ve hat dagirkirin û nehiştin ku wesayit derbasî qadê bibin.  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, parlamenterên DHP'ê yên Stenbolê Oya Ersoy, Zuleyha Gulum û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan û ciwan tevli daxuyaniyê bûn.   'Em tecrîdê qebûl nakin'   Polîsan destur neda ku daxuyanî bê dayîn, parlamentera DHP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum got, "Em îro li dijî binpêkirina mafên girtiyan ji bo ku daxuyaniyê bidin li vir in û li dijî tecrîd û ji bo girtiyên nexweş ku heta dawiya jiyana xwe li girtîgehê dimînin li vir in. Em tecrîdê qebûl nakin. Em ê heta dawî bibêjin aştî, demokrasî û edalet."   Piştî ku destûr ji daxuyaniyê re hat dayîn girseya xwest bimeşe jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin   Piştî wê girse bi çepik û lîlandinê meşa xwe bidawî kir.