Greva birçîbûnê ya 2012: Di 30’emîn sala darbeyê de pêngava yekemîn a çareseriyê 2021-09-12 09:03:42     STENBOL - 30 sal piştî greva birçîbûna di 1982’an de li girtîgeha Amedê hat destpêkirin şûnde di 12’ê îlona 2012’an de girtî bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hinek daxwazên din ketin greva birçîbûnê. Grev 63 rojan berdewam kir û piştre ji bo muzakereyê gav bê avêtin jî niha girtî bi heman daxwazan dîsa ketin girevê.   Di dîroka siyaseta kurdan de grevên birçîbûnê yên ewil di 1985’an de li girtîgeha Amedê dest pê kir. Alî Erek yê di refên PKK’ê de cih girtibû di 20’ê Nîsana 1981’ê de di encama xwedîbûna bi zorê de jiyana xwe ji dest da, ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek di 17’ê îlona 1982’an de jiyana xwe ji dest da. Dîsa li heman girtîgehê di serê sala 1984’an de grev hat destpêkirin 54 rojan berdewam kir, Orhan Keskîn û Cemal Arat jiyana xwe ji dest dan. Di 12’ê îlona 2012’an de  salvegera darbeya leşkerî de 30 sal şûnde dîsa grev hatin destpêkirin û 68 rojan berdewam kir, daxwazên grevê ev e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn.   Bi 68 girtî dest pê kir gihişt 10 hezaran   Grev roja ewil bi 68 girtî dest pê kir û di 5’ê mijdarê de gihişt 10 hezaran. Li derve bi armanca piştgiriya grevan çalakî pêk hatin. Ji bajarên kurdan heta bajarên rojava li her derê bertek û çalakî pêk hatin. Di 18’ê Mijdarê de bidawî bû. Di 1’ê Mijdara 2012’ande Komîsyona Binî ya Girtîgehan a di bin banê Komîsyona Lêkolîna Meclîsa Mafê Mirovan a TBMM’ê de hat avakirin bi hinek girtiyên ketibûn grevê re hevdîtin kirin. Di 17’ê Mijdarê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan got dawî li grevan bînin. Girtiyan li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de dawî li grevê anîn.    Abdullah Ocalan: Çalakî gihişt armanca xwe   Abdullah Ocalan di banga xwe de wiha got: “Yên ketine greva birçîbûnê berpirsyarî û karê kesên li derve girtine ser xwe. Bila yên derve berpirsyarî û peywira xwe nedin ser milê kesên nav çar dîwaran. Ez çalakiya greva birçîbûnê ligel ku rast nabînim, tevî vê ger ku bê kirin jî divê yên derve bikin. Çalakiya  greva birçîbûnê pir watedar e. Vê çalakiyê cihê xwe dîtiye, gihiştiye armanca xwe. Bêyî di teredutê de bimînin bila dawî li greva xwe bînin. Ez her kesên di grevê de ji koma ewil û ya duyem re yek bi yek silavên xwe dişînim.” Li ser navê girtiyan Denîz Akaya daxuyanî da û îlan kir ku banga Abdullah Ocalan esas girtine û dawî li greva xwe anîne.   Di 2018’an de greva birçîbûnê   Di 8’ê Mijdara 2018’an de Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin ket greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Di 16’ê Kanûnê û 1’ê Adarê de grev li hemû girtîgehan belav bû. Her wiha grev li Hewlêr, Mexmûr, Strasburg, Galller, Kelar a Germiyan jî belav bû. Li Amedê jî parlamenter ketin grevê. Di 30’ê Nîsana 2019’an de 15 girtî ketin rojiya mirinê û 10’ê Gulanê de jî 15 girtî ketin rojiya mirinê.   Yên jiyana xwe ji dest dan   Grev her diçûn belav dibû û li bajarê Krefeld di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li ber dadgehê bedena xwe da ber agir di 22’ê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Bi armanca protestokirina tecrîdê Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Otlu, Medya Çinar (24) li girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê, Yonca Akici di 9’ê Adarê de li girtîgeha Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’ê Nîsanê de li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyê, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li girtîgeha Ewlehiya Bilind a hemjar Yek a Elezîzê dawî li jiyana xwe anî. Di encama çalakiya 200 rojî berdewam kir de parêzerê Abdullah Ocalan 8 sal şûnde di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muvekîlên xwe re hevdîtin kirin. Li ser banga Abdullah Ocalan di 26’ê Gulanê de dawî li grev û rojiya mirinê anîn.   Grevên birçîbûnê ku dîroka siyaseta Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên siyasî ve di demên cuda de pêk hatin, her dem di çarçoveya heman daxwazan de pêk hatibe jî desthilatdariyê bi mekanîzmayên cuda hewl da biçewisîne. Di asta îro de li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya gihiştiye 300 rojî de hîna rayedarên hikûmetê tu ngav navêtiye.