Esmer Tunç rakirin Nexweşxaneyê 2021-09-11 16:49:36       ŞIRNEX - Dayika Mehmet û Orhan Tunç ên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê de hatin qetilkirin, Esmer Tunç rakirin nexweşxaneyê.   Dayika Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ên di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê de hatin qetilkirin, Esmer Tunç, di 3'ê Îlonê de bi gumana vîrûsa koronayê (Kovîd-19) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û testa Esmer Tunç negatîf derket. Lê piştî rewşa Esmer Tunç a nexweşiya bêhn tengiyê pê re heye giran bû, rakirin bêşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê.