Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî 2021-09-11 14:47:59   ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqerê derbarê revandina hevseroka HDP’a Sîncanê Fatma Kiliçarslan de civîna çapemeniyê li dar xist. Fatma Kiliçarslan, diyar kir ku kesên xwe wek polîsan dane nasîn wê hatiye revandin û gefa dê wê bibin Cerablûsê lê xwarin e.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Enqereyê têkildarî revandina Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sîncanê Fatma Kiliçarslan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.  Parlamenter Tulay Hatimogullari û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn.    Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku revandina hevseroka navçeya wan Fatma Kiliçarslan domandina zîhniyeta 12’yê Îlonê ye û dixwazin mirovan birevînin û winda bikin.    Pişt re Fatma Kiliçarslan axivî û wiha behsa revandina xwe kir: "Ez di 8’ê îlonê de ez ji kar derketim û min berê xwe da malê. Kesên ku xwe wek polîsan dan nasîn bi darê zorê min li wesayîtê siwar kirin û revandin. Ev kesan nêzî 45 deqîqeyan min di wesayîtê de desteser kirin û ez bi gef û heqaretan re rûbirû mam. Wan polîsan gefa ‘Em ê Enqereyê li te teng bikin. Tu yê carek din çavê xwe li Cerablûsê vekî. Tu yê li serê çiyayekî xwe tazî bibînî’. Dibe ew pêşiya me bigirin lê wê nikaribin têkoşîn û xebata me asteng bikin.”    Tulay Hatimogullari jî da zanîn ku gelek bûyerên wiha revandinê çê dibin û wê kes nikaribe bi HDP’ê paş ve gav bide avêtin. Tulay, destnîşan kir ku polîsan di gefa xwe ya ‘Cerablûsê’ de eşkere kirine ku li Sûriyê di nav wan çekdaran de çi kare wan heye û îqtidar çawa ketiye pey şerek qirêj.