Agir bi qada daristanê ya Bedlîsê ket 2021-09-11 14:41:19   BEDLÎS - Agir bi qada daristanê ya 9 gundên ku ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, ket.    Li 9 gundên herêma Qesrikê ya bi ser Bedlîsê ve ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Hat zanîn ku piştî qedexeyê li devera operasyonê li hin cihan şer derketiye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; di kêliya ku qedexeya derketina derve hatiye ragihandin de li herêmê agir bi daristanê hatiye xistin.    Navê gundên qedexe lê hatine ragihandin wiha ne: "Agaçpinar, Ayrancilar, Kaşikli, Kayalibag, Karaca, Konalga, Yeşîlsirt, Narlidere, Tanriyar."