Cihê şahiya dê li Sêrtê bê lidarxistin hat guhertin 2021-09-11 14:36:59   SÊRT - Bi pêşengiya MEBYA-DER ve MED-TUHAD-FED'ê dê şahiya ku li qada Newrozê ya Sêrtê bihata kirin ji ber destûr nehat dayîn cihê wê hat gûhertin. Şahî, dê li ber avahiya HDP’ê ya Sêrtê bê lidarxistin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de gel ji bo şahiyê hat vexwendin.   Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (Med Tuhad-Fed), bi dirûşma “Dem Dema Azadiyê ye” dê di 13’ê Îlonê de li Qada Newrozê ya taxa Azadiyê ya Sêrtê şahiya bihata lidarxistin lê ji ber destûr nehat dayin cihê wê hat guhertin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şahiya gel li ber avahiya HDP’ê ya Sêrtê di saetên navbera 17.00 û 21.00’an de dê bê lidarxistin.   Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epözdemîr, endamên MEBYA-DER û MED-TUHAD-FED’ê tevlî daxuyaniya ku li avahiya HDP’ê ya Sêrtê hat dayîn, bûn. Di daxuyaniyê de Siddik Taş ê HDP’yî axivî.   ‘Nêzîkatiyek kêyfî ye’   Siddik, anî ziman ku şahiya ku xwestin li qada Newrozê li dar bixin serlêdana ku kirine ji aliyê walî ve nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Bi hinceta qedexeya 15 rojan ji şahiya me re destûr nehat dayîn ku li qada Newrozê li dar bixin. Em mafê xwe yê makeqanûnê bi kar tînin. Ji bo ku em bi gelê xwe re bên cem hevdu em ê vê şahiyê li dar bixin. Du caran serlêdanên ku me kir bi keyfî hat redkirin. Partiyek siyasî xebatên partiyek siyasî asteng dike. Ev rewşek ne ehlaqî û ne jî hiqûqî ye. Ji ber serlêdanên me nehatin qebûlkirin em şermezar dikin. Em nêzîkatiyek kêyfî ye. Dixwazin hemû xebatên me yên partiyê bi vî awayî asteng bikin. Naxwazin ku HDP di nava  gel de xebatên xwe bimeşîne. Dema partiyên din xebatên xwe dikin nayên astengkirin. Lê belê dema mijar HDP be tên astengkirin.”   Cihê şahiyê hat guhertin   Siddik, di dawiya axaftina xwe de got şahiya ku li qada dê li Newrozê bihata kirin cihê wê hatiye guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê şahiya xwe li ber avahiya HDP’ê ya Sêrtê bikin. Hevserokê KCD’ê yê Giştî Berdan Ozturk, parlamenterên me Feleknas Uca, Habîp Eksîk û Hûseyîn Kaçmaz dê tevlî şahiyê bibin. Em hemû gelê xwe yê Sêrtê û navçeyan vedixwînin şahiyê. Em bi coşek mezin tevlî şahiyê bibin. Ji 7 salî heta 70 salî li dijî faşîzmê, gef û zilmê bin.”