Agir bi qada daristanê ya Hawêlê ket 2021-09-11 13:35:06   SÊRT - Agir bi qada daristanê ya Hawêlê ket.   Li Bakur agirên ji ber sedema operasyonên leşkerî bi daristanan dikeve didome. Vê carê jî agir bi qada daristanê ya li Derbasgeha Kasrikê ya navçeya Hawêlê ya Sêrtê ket. Qada agir pê ket tevî li hember qereqola jendermeyê ye jî mudaxale lê nayê kirin û agir belav dibe.