'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 187 roj in didome 2021-09-11 12:12:25   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 187 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: "Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît di roja 187’emîn de bi daxwaza “edaletê” nobeta xwe didomînin. Ji ber îro Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam parve kir: “Dayika ku du law û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin, li ber edliyê her hewar û qîrîna wê vediguhere dozê. Rojane doz lê tên vekirin û gazî wê dikin ku biçe îfade bide. Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine.”