TJA'yê banga piştevaniya ji bo Ayşe Gokkan kir 2021-09-11 10:41:25   AMED - TJA'yê ji bo rûniştina Ayşe Gokkan a wê di 13'ê Îlonê de bê lidarxistin bang kir û wiha got:"Em kurd in, em jin in, em li vir in."   Derbarê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de bi îdiayên "Rêvebera rêxistinê","Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Dê 22'yemîn rûniştina doza li Ayşeyê hatibû vekirin di 13'ê Îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. TJA'yê berî rûniştînê banga piştevaniyê ji bo Ayşe Gokkan kir.   Di banga li ser hesabê medyaya sanal hat kirin de wiha hat got:"Rûniştina berdevka me ya demê ya Ayşe Gokkan a ku mafê parastina bi kurdî lê tê astengkirin dê di 13'ê Îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Em ê di 13'ê Îlonê de werin gel hevdu û wekî Ayşeyê dibêje, bibêjin: 'Em kurd in, em jin in, em li vir in'."