'Kujerê Mîraç îro ji aliyê îktîdarê ve tê parastin' 2021-09-11 10:11:31   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Polisê ku bû sedema mirina Mîraç Mîroglû û bêqisûra hat dîtin û serbest hat berdan. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag jî bertek nîşanê biryarê da û got: “Kujer îro ji aliyê îktîdarê ve tên parastin. Polîsê ku Mîraç qetil dike serbest tê berdan û di vî bûyerê de Mîraç biqisûr tê dîtin. Em biryara dadgeriyê qebûl nakin."     Di 3'yê îlonê de li taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, maşîneya zirxî li zarokê 7 salî yê bi navê Mîraç Mîroglu qelibî û li dijî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenazeyê Mîraç, li Goristana Şêx Hesenê ya li navçeyê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezêxê ve têkildarî bûyerê hat vekirin de piştî 3 rojan îfadeyê polisê kujer M.K. hat girtin. Di lêpirsîna xwe de sûcdariyên li xwe qebûl nekir û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Hezexê hat kirin. Piştî îfadeyên dadgeriyê pêwistî bi girtina wî nedît û ew bi şertê kontrola edlî berda.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag bertek nîşanî biryara ku hatî dayîn da û nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.    ‘Kêmasiyeke ajokar M.K. tune ye’   Komîser M.G. di îfadeya xwe de ajokar parastiye û ev tiştan aniye ziman: “Her tim em ji bo kes û wesayîtên di rêyên talî de tên ji bo hişyariyê li qornayê didin û wisa derbas dibin. Beriya ku bûyera mijara gotinê pêk were jî em bi heman rengî derbas bûn.  Berî û dema bûyerê xiza nêzî 20-30 kîlometreyan bûn. Heke rewşeke berovajî hebûna wê wesayît di 2-3 metreyan de ranewestiya. Ji ber hemû sedemên min vegot tu kêmasiyeke ajokar M.K. tune ye.”   Dozgeriyê xwest bê girtin, dadgeriyê serbest berda   Polisê kujer M.K. ku dozgeriyê wî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin xwe parast. Piştî îfadeya polisê kujer, dadgeriyê pêwistî bi girtina wî nedît û ew bi şertê kontrola edlî berda. Her wiha dozgeriyê derketine derveyî welat jê re qedexe kir.  Dayika Mîraç, Nazîfe û bavê wî Salih Mîroglu di 8’ê îlonê de îfadeyên xwe dan û serbarê M.K. de serlêdana sûc kirin.   ‘Ez ji polîs gilîdar im’   Nazîfe Mîroglu jî di îfadeya xwe de anî ziman ku ew derbarê polîsê kujer M.K. de gilîdare û got: “Roja ku bûyer pêk hat ez û kurê xwe Mîraç li ber deriyê malê rûniştibûn. Ji bo ku biçim destşoyê çûm malê. Pişte carekedin derketim li ber deriyê malê û ji min re gotin ‘erebeyê kurê te xistiye.’ Min jî ji wan pirsî erebeya çi lê da ye û gotin wesayita zirxî lêdaye. Ji ber ku taxa me de wesayitên zirxî tim bi lez derbas dibin, ez fikirîm ku kurê min mir. Dema ez çûm cihê bûyerê jî Mîraç ne li wir bû. Ez bi awayek lez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştre ez hîn bûm ku kurê min di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye. Polîsê ku bû sedema mirina kurê min û hîn devreye qebûl nakim. Tu carî li dijî polîsan nêzîkatiyek min a xirap çê nebû tu bêrêzdariya min çê nebû. Li dijî van hemûyan jî ew polîs nehatiye girtin. Ez dixwazim bi wî polîsê re bêm hemberê hev. Bila îspat bike ku ew bi lez derbas nebûye. Ez ê piştre wî efû bikim û dilê min jî rehet be. Ji ber vî bûyerê ez ji polîs gilîdarim.”   ‘Dilê min şewitî, bila dilê tu dilên din neşewite’   Bavê wî Salih Mîroglu jî ev tişt anî ziman: “Polîsê ku bû sedema vî bûyerê bila cezayek giran bê dayîn. Dilê min şewitî, bila dilê tu dilên din neşewite. Ez naxwazim ku wesayitên zirxî ji kolanên me derbas bibin. Bila wesayitên xwe hêdî bajon. Polîsê ku bû sedema vî bûyerê gilîdarim.”   ‘Bila kujer bê darizandin û cezakirin’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag, jî bertek nîşanê bûyerê da û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Kujer îro ji aliyê îktîdarê ve tên parastin. Polîsê ku Mîraç qetil dike serbest tê berdan û di vî bûyerê de Mîraç biqisûr tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku ev bûyer jî parçeyek bê edaletiyê ye. Em biryara dadgeriyê qebûl nakin. Bila kujer bê darizandin û cezakirin.”   ‘Li dijî kurdan bêtehemûliyek heye’   Sabuha, berdewamiya axafina xwe de diyar kir ku bûyerên wesayitên zirxî piştî qedexeya derketina kolanan şûnde zêde bûne û wiha bi lêv kir: “Dema mirov lê dinêre ev bûyerên bi vî rengî tim li bajarên kurdan hatine jiyîn. Li dijî kurdan bêtehemûliyek heye. Bi panzêran zarokên me yên ku di malên xwe de raketine dikûjin. Li dijî van hemûyan kujer nayên cezakirin. Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê ev bûyer zêde bûne. Bûyerên wesayitên zirxî jî dijminatiya wan a li dijî gelê kurd dide nîşandan. Bi zanebûn bi lez di kolanan de derbas dibin. Di vir de dîsa kesên dibin sûcdar zarokên me dibin. Ji ber ku em kurdin ev tiştan li me dikin. Her wiha ev bûyer bi tenê bajarên kurdan de tên jiyîn. Li rojavayê Tirkiyê ez tişt tuneye. Dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi vê polîtîqayê didin meşandin. Ne polîs û ne jî leşker nayên darizanin û cezakirin. Her wiha di bûyerên tacîz û tecawizê de jî heman tişt heye. Kujer bê ceza dibînin. Dema îktîdar li paş wan be, ew jî li wê aliyê dibin.”   ‘Em ê bêdeng nebînin’   Sabuha, dawiya axaftina xwe de bang hemû kesan kir ku divÊ bi awayek edalet bê cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta kujer neyên darizandin û cezakirin em ê bêdeng nebînin. Em ê destûrê nedin ku ser vê bûyerê bigirin. Bang hemû kesan dikim ku li paş van bûyeran bisekinin û xwedî derbikevin.”