Adalet Kaya: Qeyûman berê jin kirin hedef 2021-09-11 10:09:37   Rozerin Gultekin   AMED - Adalet Kaya ya têkildarî girtina saziyên jinan a bi rêya KHK'ê nirxandin kir wiha got:"Ya civakê diguherîne jin e. Hem di 11'ê Îlonê de hem jî di 2019'an de qeyûmên hatin tayinkirin berê saziyên jinan piştre jin kirin hedef."   Di 2016'an de di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de li Tirkiyeyê Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK)  de hatin derxistin û tevî Kongreya Jinên Azad (KJA) gelek saziyên jinan hatin girtin. Saziyên nehatin girtin jî hundure wê hatin valakirin, bê wate hatin hiştin. Ji ber girtina saziyan û zêdebûna tundiya mêr li Amedê ji bo têkoşîna li dijî her cureyên tundiya li ser jinê û rakirina newekheviyê di 29'ê Kanûna 2018'an de Komeleya Jinê ya Rosayê hat avakirin.    Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê  Adalet Kaya têkildarî 5 salên ji ser girtina saziyan a bi rêya KHK'yan nirxandin kir.    'Berê êrişî saziyên jinan kirin'   Adalet Kaya da zanîn qeyûm dijminê jin û civakê ne û armanca qeyûman tenê rant e. Adaletê wiha domand:"Ya civakê diguherîne jin e. Ew dixwazin jinê ji qadên civakî, aborî, cemaweriyê dûr bixin loma jî di destpêkê de êrişî saziyên jinan kirin. Piştî tayinkirina qeyûman a di 11'ê Îlonê de ya saziyên jinan girtin an jî hundirê wê vala kirin, bê wate hiştin. Mudurên mêr tayînî gelek saziyên jinan kirin. Gelek carî ev rewş pêk hat. Hem di 11'ê Îlonê de hem jî di 2019'an de qeyûmên hatin tayinkirin berê saziyên jinan piştre jin kirin hedef."   'Jinan dikaribûn temasî hevdu bikirana'   Adaletê bi lêv kir ku civaka sîvîl perçeyekî ji rêveberiyên herêmî bûn û bi şaredariyan re xebatên hevpar dimeşandin û wiha pê de çû:"Dema Komeleya Jinê ya Rosayê hîn nû vebû me bi Navenda Jinê ya Kardelanê ya di bin banê Şaredariya Rezan de xebatên hevpar meşandin. Piştî hilbijartinên herêmî yên 2019'an şûnde qeyûm tayînî Şaredariya Rezanê hat kirin. Piştî tayinkirina qeyûman jinên li Navenda Jinê ya Kardelenê dixebitîn an ji kar hatin girtin an jî sirgunî beşên din hatin kirin. Niha çiqas ji derve wekî saziya jinan bê xuyakirin jî mixabin xebatên jinan tê de nayên kirin. Ji bo pêşî li tundiya li ser jinê bê girtin tu tiştekî nakin. Navendên jinan, stargeh, navendên şêwirandinê yên ji aliyê şaredariyan ve hatibûn avakirin tundiya jinê kêm kiribûn. Qadên ku jin bikaribin zarokên xwe lê deynin hatibûn avakirin. Jinan hilberîn dikirin û keda xwe dinirxandin lê belê ev jî ji holê hat rakirin. Sîstem dixwaze jinê ji civakê veqetîne û li malê hepis bike û mecbûrî mêr û dewletê bike. Jinan dikaribûn temasî hevdu bikirana. Divê bi rêxistinkirineke hîn bi hêz em li kuçeyan bin. Sîstema qeyûman ne tenê xespa heq e, polîtîkaya bêesilhiştinê ye."     'Jin nesekinîn'   Adaletê da zanîn di serî de KJA gelek saziyên li dijî tundiya li ser jinê li berxwe didan hatine girtin û di serdema OHAL'ê de mekanîzmaya darbeyê ketiye meriyetê û wiha got:"Bi tayinkirina qeyûman a şaredariyan darbe li STK'yan jî hat kirin. Vê yekê êrişên li ser jinê zêdetir kir. Di wê serdemê de wekî jinan li ser platforman me xwe bi rêxistin kirin. Platforma Jinê ya Dîcle Amedê, Platfroma Jinê ya Şahmaranê û gelek platformên din hatin avakirin. Jinan bêyî pêdiviya ji avahiyekê li her qadê xebat dan meşandin. Jin nesekinîn. Piştî ku di 2018'an de OHAL rabû şûnde me dest bi xebata Komeleya Jinê ya Rosayê kir û me di kanûnê de komeleya xwe vekir."   'Zihniyeta qeyûm û Talîban heman e'   Adaletê bi lêv kir ku mudurên bi rêya qeyûman hatin tayinkirin sîstema mobbingê kirin meriyetê û wiha got:"Tenê ne mobbing tundî û destdirêjî jî pêk hatin. Ev kesana nikarin parastina mafên jinan bikin. Ji bo em kesên tundiyê li jinê dikin û keda jinê binpê dikin teşhîr bikin çi ji destên me tê em dikin. Îktidar bi polîtîkayên bi hezar salan ên îdeolojîk, sîstematîk, zayendperest nêzî jinan dibin. Ev yek jî bi rêya olê tên xwedîkirin û nefret, dijminatiya li dijî jinê derdixin pêş. Yên peymaneke navneteweyî ji holê radike dikare di şevekê de vê carê mafên jinê yên din ji destên wan bigirin. Êrişên bi rêya qeyûman tê kirin mîna zihniyeta Talîban e. Bi salan e em li ser feraseta sîstema mêr dewletê diaxivin. Hemû modelên sîstema kapîtalîst heman e. Dema li Tirkiyeyê êriş li ser belgeyên hiqûqî dihat kirin li Afganîstanê Talîban êrişî beden û nasnameya jinê dikir. "