ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-11 09:00:00   * Perwerdekara Zarok Ma’yê Evîndar Dûlek diyar kir ku hedefa wan a ji bo Zarok Ma’yê 600 zarok in û wiha axivî: “Zarok Ma bi armanc û hêviyek bi xurt dest pê kir. Heya niha 400 zarok serî li me daye. Em dibêjin mala we ya duyemîn li benda we ye, serlêdanên me berdewam dikin û dereng nemînin.” BI DÎMEN    *Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, derbarê tayinkirina qeyûmên ewil de axivî. Bêrîvanê, destnîşan kir ku polîtîkayên tayinkirina qeyûman di çarçoveya "Plana Rûxandinê" de ket dewrê û bi vê re destkeftiyên jinan hedef hatine girtin. BI DÎMEN   *Jinan balkişand ser girîngiya grevên birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdê dane destpêkirin û diyar kirin ku yek ji pirsigrêkên ku tecrîd bandor lê dike pirsgirêka kurd û çareseriya wê ye lê ev ancax bi destpêkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkane. BI DÎMEN