Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanyaya li dijî fihûş û tiryakê 2021-09-10 14:58:47     AMED - Li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi dirûşma “Em tiryakê bişkînin û jiyana nû ava bikin” kampanyayek dan destpêkirin û gotin: "Em banga rêxistinbûyînê li ciwanan dikin û em ê li dijî vê dejenekirina ciwan û civakê xwe bi xwe siberoj û jiyana xwe ava bikin."   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanya “Em tiraykê bişkînin û jiyana nû ava bikin” da destpêkirin. Meclîsa Ciwanan ji bo ragihandina kampanyayê li otêlek li navçeya Sûra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek ciwan beşdar bûn.    Di civînê de beriya daxuyaniya ragihandina kapmanyayê Parlamenter Îmam Taşçier li ser armanca ciwanan axivî û bal kişand ser têkoşîn û xebata ciwanan. Pişt re endama Meclîsa Ciwanan Ezgî Orak metna tirkî û endamê Meclîsê Umît Akbiyik jî metna kurmancî xwend.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ciwan dînamîzma civakê û pêşengên têkoşînê ne û ji ber vê awayî dibin hedefa zextên îqtidarê û wiha hat gotin: "Ji bo ciwan bi rol û rista xwe rabin û polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan rawestînin ji îro pê ve kampanya li dijî tiryakê, fihûş û dejenekirina ciwanan didin destpêkirin. Em banga rêxistinbûyînê li ciwanan dikin û em ê li dijî vê dejenekirina ciwan û civakê xwe bi xwe siberoj û jiyana xwe ava bikin."