Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 288'an de ye 2021-09-10 09:32:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan hatibû destpêkirin di roja 288'an de berdewam dike.    Di 27'ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê 288 roj in bi koma 50'emîn berdewam dike.    Çalakî li Yewnanistanê di roja 250'emîn de ye   Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike. Ev çalakî jî di roja 250'emîn  de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengtiya berxwedanê dikin.