DBP û HDP bi welatiyên li Fiskayayê hatin gel hevdu 2021-09-09 16:03:04   AMED - DBP û HDP bi welatiyên li Fiskayayê ya bi talûkeya hilweşandinê rû bi rû ye hatin gel hevdu û dan zanîn li dijî hilweşandinê ew ê li ba gel bin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel û Hevserokê Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Çekdar Taşkıran bi welatiyên li Kuçeya Dicle û Feritkoşkê ku wekî Fîskaya jî tê nasîn û girêdayî navçeya Yenîşehîra Amedê ye hat gel hevdu û diyar kirin ku ew ê li dijî talûkeya hilweşandina Fîskayayê derkevin.    'Bila me bikujin'   Keyayê Kuçeya Feritkoşkê Mehmet Ali Şenturk, da zanîn ew ê îmzeyê neavêjin binê biryareke hilweşandinê  û got:"Em ê li ser xwe bisekinin. Em di hişmendiya vê yekê de ne. Parlamenterê me jî dereng man. Em li vir bi tenê man. Me tu piştigirî nedît. Ger ew ê me bi zorê ji vir derxin bila werin me bikujin. Ha kuçeya min hat hilweşandin ha ez mirim."   'Em ê li gel we bin'   Hevaroka DBP'ê Saliha Aydeniz jî da zanîn ew ê li dijî hilweşandinê li gel welatiyan bin û got:"Divê raya giştî bê avakirin. Em ê hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de li dijî neheqiya li we tê kirin li gel we bin. Berî her tişî ziman, çan, kurdayetiya me tune tê hesibandin. Sedema ku berê xwe didin vê kuçeyê ew e ku hûn kurd in. Loma em ê li gel we bin."