Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar berdewam dike 2021-09-09 15:16:07       RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 185 roj  e ji bo edaletê di nobetê de ne îro jî çalakiya xwe berdewam kirin. Ferît bertek nîşanî doza ku derbarê dayika wî de hat vekirin da û got, "Hiqûq ji bo serdestan heye. Li me dozê venekin li kesên ku komkujî kirin vekin."   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de beriya hilbijartina giştî xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin û hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û du lawên wê kuştin. Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin û ji sê salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê ye. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo di doza wan de edalet pêk were ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dikin û her roj ji serê sibê heta êvarê nobet digirin.    'Hiqûqa serdesta ye'   Ferît Şenyaşar betek nîşanî doza ku li dayika wî hat vekirin da û got, "Ez û dayika xwe ji 6 mehan zêdetir e ku em li ber edliyê di nobetê de ne. Daxwaza me edaleta ku ji her kesî re lazim e. Êrîşî kargeha me kirin û li nexweşxaneya dewletê 3 xizmên me qetil kirin. Tu kes jî qetlîamê înkar nake û rayedar jî dizanin. Waliyê Rihayê emniyeta wê hemû kes şahidê vê komkujiyê ye. Lê tu kes derbarê komkujiya ku ev 3 sal û 3 meh e hatiye kirin de tu dozê venake. Ji ber ku li edliyê tenê hiqûq ji bo serdestan heye. Ji ber ku di nav kesên komkujî kirin de xizmên parlamenterê AKP'ê hene tu dozger dozê venakin."   'Bila li kesên komkujî kirin dozê vekin'   Ferît bi van gotinan bertek nîşanî doza ku bi daxwaza 4 sal cezayê girtîgehê ji diya wîre tê xwestin da: "Dayika min her roj digirî û li hember vê bê edaletiyê serî radike. Derbarê dayika min de ji heqaretê doz tê vekirin.Ji ber ku dayika min edalet xwest ev doz hat vekirin. Ev 3 sal û 3 meh in ku komkujiyek pêk hatiye lê derbarê wê de tu doz nehatiye vekirin. Dê dayika min bê dadgehkirin û  dozger nema dizanin ku wê çi bikin. Ne li me li kesên ku komkujî kirin dozê vekin."