Ji Botanê ber bi Rihayê ve rêwîtiya ji bo edaletê 2021-09-09 10:37:16     Rojda Aydin   RİHA - Li welatê ku edalet lê peyda nabe jinên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Botanê bi hêviya ku edalet pêk bê, ji bo piştgiriyê bidin lêgerîna  "Edaletê" ya dayê Emîne Şenyaşar derketin rê.   LI Tirkiyeyê “Edalet” wekî ku li çolek bê ser û ber winda bibe ye. Ji ber ku li dijî bêhiqûqî, zilm, zordarî û mirinê têkoşîna edaletê ku tê dayîn, bêbersîv dimîne.  Lê belê li dijî edaleta ku winda bûye baweriyek mezin a  ku dê rojek ew edalet pêk were heye.  Ew bawerî me li ser nigan digire. Li her derê herkes bi qêrîn banga edaletê dike.   Gelek dayikên me hene ku ji ber zarokên wan bi awayê "kiryar ne diyar" di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin bi salan e rondikên çavên wan nesekinîne. Ev hemû tiştên ku me anîn ziman jî parçeyek  bêedaletiyê ye. Kiryar diyarin, lê belê hêzên pişt wan diparêzin. Dayikên me li dijî bêedaletiyê û ji bo edaleteke mayînde ku pêk bê li kolan, kûçe û li ber deriyê edliyeyan li be rxwe didin. Li dijî hemû êşên xwe li dijî bêhiqûqiyê serî rakirine û bûne mertal.   Dibêjin jin rojê tînin dinyayê, kesên ku ji vî welatê re edaletê bîne jî jin û dayikên me yên bi hêz û têkoşerin. Em bawer dikin ku teqez dê edalet cihê xwe bibîne.Em ê rojekê bi avabûna rojê re mizgîniya edalet û aştiyê bigirin.   Li ser axa Kurdistanê tu kes nemaye ku bêdaletî ne jiya be û ev rewş îro jî berdewam dike. Kengî ku ez bi dayikek kurd re rûdinêm sohbetê dikim, wê demê dibînim ku êş û birîna wê y kur tu carî baş nebûye. Dema ku mirv bahsa Kurdistanê dike bi taybetî li Botanê her dayikek birîneke wê ya kur û çîrokek wê ya bi êş heye.  Dema ku behsa çîrok û birîna xwe ya kur dikin mirov gelek xemgîn dibe. Wekî ku me di serî de jî bahsê kir, her dayikek ya zaroka wê bi awayê kiryar nediyar hatiye windakirin, an hatiye qetilkirin an jî di girtîgehan di navbera çar dîwaran de ye. Li Botanê her dayikek ya yek, ya dudu an jî sê zarokên xwe di vê rêya berxwedanê de bi awayekî winda kirine û tevlî rêwiyên azadiyê bûne. Ev kul û birîna kûr ya dilê dayikan heta ku “edalet” pêk neyê dê baş nebe.   Tenê dayik êşa hev dizanin. Dayikên Botanê jî bi vê mebestê ji bo ku ji dayika  li Rihayê li “edaletê” digere re bibin piştgir derketin rê “rêwîtiya edaletê.” Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, Nobeta xwe ya 'Edaletê' ya li ber Edliya Rihayê di roja 186’an de berdewam dikir. Dayikên Botanê  ji bo piştgiriyê bidin dayê Emîne derdiketin rê.   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, di saetên serê sibehê de xwe amade dikin, ji navçeyan û Şirnexê derdikevin rê. Dema ku em diçin gel wan em êşa dilê wan ji rûyê wan ferq dikin û her dayikek vê carê behsa êşên ku jiyane  û zarokên xwe yên ku winda kirine dikin. Ji aliyekê ve jî li dayika Emîne difikirin.   ‘Em dayik êşa hevdû baş zanin’   Ez zû qameraya xwe di hundirê wesayita dayik lê siwar bûne vedikim û ji Dayika Aştiyê Ayşe Atabey pirsa tişta we ber bi Rihayê ve dibe çi ye û hêstên wê dipirsim. Dayê Ayşe dibêje, : “Ji bo Emîne Şenyaşar em diçin Rihayê. Kezeba wê jî wek kezeba me dişewite.  Êşa dilê wê tenê em dayik zanin. Em ji bo ku piştgiriyê bidin dayê Emîne diçin. Bi salane li dijî vê bê edaletî û bê hiqûqiyê tu carî edalet pêk nehat. Lê belê em ê tim daxwaz û lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Em dayik bi tenê dixwazin aştî pêk bê. Dema ku ev zilm xilas bû wê demê edalet jî dê bê vî welatî. Em dayik êşa hevdû baş zanin. Bila ev zilm û neheqî bi dawî bibe.”   ‘Em dayik bi salanin têkoşîna edaletê didin’   Dayê Hatîce Beytur jî diyar dike ku dayê Emîne ne bi tenê ye û wiha dibêje: “Em dayik mirin û komkujiyan naxwazin. Em dixwazin aştî û azadî pêk were. Kezeba me dayikan dişewite. Divê hemû dayikên cihanê piştgiriyê bidin dayê Emîne û bibin dengê wê. Bila ev zilm bi dawî bibe û kiryar bên darizandin. Lêgerîna edaletê ya dayê Emîne bila di demek nêz de cihê xwe bibîne. Êdî bila rayedar vê têkoşînê bibînin. Em dayik bi salane têkoşîna edaletê didin. Lê belê em ê tu carî dev ji lêgerîna edaletê bernadin. Ger ku li vî welatê edalet pêk were wê demê li vir hemû tişt dê xweş bibe.”   ‘Em ê dayik edaletê pêk bînin’   Dayê  Hezî Arslan jî wiha dibêje: “Ji bo piştgiriya dayê Emîne bikin em derketin rêwitiyê. Kesên ku ev êş nedîtiye û nizane nikare dayika Emîne fêm bike. Li dijî me hemû dayikan neheqî û bê hiqûqî hat kirin. Zarokên me di jêrzemînin Cizîrê de zindî hatin şewitandin.  Ji bo ku dayê Emîne bi tenê nehêlin em derketin rê. Ji bo ku edalet pêk were berxwedan pêwîst e. Heta tu li ber xwe nedî edalet cihê xwe nebîne. Li dijî zilmê li ser nigan bin û têbikoşin. Vî jî em dayik dikarin bikin. Çawa em dayik bûn sembola têkoşînê, em ê edaletê jî pêk bînin. Her tim dilê dayikan dişwite. Beriya ku hûn dereng bimînin bi dayika Emîne re di nav piştevaniyê de bin.”   Dayik Piştî van gotinan rêwitiya xwe  bi stran û lorîkan berdewam dikin. Di saetên nîvro de em digihîjin Rihayê. Ber bi cihê ku dayê Emîne lê di nobetê de ye dimeşin û piştî demekê digihîjin cem wê. Dayika Emîne, bi rondikên çavên xwe ji dayikên Botanê re komkujiya ku li li Nexweşxaneya Dewletê ya Pîrsûsê bû şahidê  wê vedibêje û pê re dayik jî rondikên çavên xwe dibarînin. Her çend ku bûyerên hatibin serê wan cuda bin jî êşa dilê wan wekî  hev e.  Jinên ku dayê Emîne gûhdar dikin dibêjin, “ne tu, kesên ku edaletê pêk naynin dê ji rewşa xwe re bigirîn.” Ji ber ku kesên wîcdana wan nebe dikare vê bikin. Piştî demek dirêj di navberê de derbas dibe dayê Emîne, ji polîsên ku dîmen dikişîne re dibêje “Herin kesên ku vê komkûjiyê pêk anîn bibînin. Îro li vir hûn li pey me ne, we çi  dît “ û piştre hemû dayik dîsa rondikên çavên xwe dibarînin. Piştî çalakiya rûniştinê dayik daxuyaniyê didin. Di daxuyaniyê de daxwaz û gotina her dayikekê peyama edalet û aştî pêk were bû.   Piştî serdanê dayik ji ber edliyê vediqetin û polîs dayikan dide sekinindin û nasnameyên wan ji GBT’ê derbas dik. Çima? Ji ber ku ew dayik îro hatin piştgirî dan Dayê Emîne. An jî ji dayikan ditirsin gelo? Belê em dizanin ku dayikên ji bo edalet, azadî û aştî pêk were bi salane çawa ku li ber xwe didin, dê ji vê şûn de jî lêgerîna wan tu carî bi dawî nebe. Dayik herî dawî dibêjin heta edalet neyê vî welatî têkoşîn bi dawî nabe…