‘Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin’ 2021-09-09 09:03:32     Sena Dolar   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û seroka Konseya Naventa TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci bertek nîşanê rapora ATK’ê ya ji bo girtiyên nexweş ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan û diyar kirin ku ATK li pêş berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan asteng e. Her wiha bang kirin ku divê ATK polîtîkayên desthilatdariyê esas negirtin û wek saziyek serbixwe tevbigerin.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên dihatin jiyîn bi korona virûsê re zêde bûn. Li girtîgehan tecrîda giran pêk tê, girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristî û her wekê din. Ji bo girtiyên nexweş rê li ber encamên giran vedibe û ev tê wateya ku girtî bi mirinê re tên rû hev. Li nexweşxaneyên dewlet û zanîngehê ji bo girtiyên derman dibin rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" tê dayîn lê mixabin ev derbas nabe û yekane rapora derbas dibe ya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya girêdayê Wezareta Dadê  ye.   Li gorî "Rapora Girtîgehan" a ÎHD’ê ya sala 2020’an, li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji ber ku girtî li girtîgehan nikarin xwe bigihînin mafên xwe û derman bibin, hejmara kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Di 2020’an de 27 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest da û ji serê 2021’ê heta niha jî 14 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ji 14 girtiyan tevî ku 3 heb nexweşên giranbûn jî nehatin tahliyekirin û ji mafê berdana bi kontrol fêde negirtin. Herî dawî jî tevî rapora ATK’ê Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku 28 sal bû girtî di 25’ê tebaxa 2021’ê de hat berdan lê 10 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.   Ji ber nêzîkariya ATK’ê girtiyên nexweş nayên tahliyekirin û mafê jiyana girtiyan tê binpêkirin. Astengiya li pêş tahliyekirina girtiyan tenê rapora ATK’ê  ye. Ji aliyê ATK’ê ve rapora "nikare li girtîgehê bimîne" bê dayîn jî, beriya girtî bên berdan di çarçoveya prosedura emniyetê de, divê bê lêkolînkirin ku serbertberdan bi xetere an na. Tevî rapora girtiyên nexweş heye jî bi nêrîna emniyetê ya ‘wê xetereyê ava bike’ tahliye pêk nayên.   Der barê mijarê de seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê Gulseren Yolerî û seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, nirxandin kirin û diyar kirin ku ATK di bin Wezareta Dadê de polîtîkayê dimeşîne û ne serbixwe ye.   ‘Rapora nexweşxane û ATK’ê ji hev cuda ye’   Gulserenê daxuyakirin ku mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya rapora ATK’ê ya ku pêşî li mafê dermankirinê digire, gelek pirsgirêkên ku girtiyan ji mafê dermankirinê bêpar dihêle heye. Li şûna ev pirsgirêk bên çareserkirin hîn bêtir giran dibin. Girtiyên nexweş bi giştî li nexweşxaneyên dewlet an jî zanîngehan derman dibin. Ji aliyê van nexweşxaneyan ve ji bo girtiyan rapor tê amadekirin. Di navbera rapora ATK û nexweşxaneyan de naqokî dertê holê. Nexweşxane dibêje nikare di girtîgehê de bimîne, ATK dibêje dikare bimîne.”   ‘ATK li hember girtiyên siyasî bi aliye’   Gulserenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ATK girayê wezareta Dadê dixebite û helwesta ATK’ê ji polîtîkayên desthilatdariyê serbixwe nîne û wiha nirxandin kir: “ATK bi taybet ji bo girtiyên polîtîk yên nexweşên giran rapora bi alî dide. Ji bo girtiyên pir giran jî rapora dikare di girtîgehê de bimîne tê dayîn. Em dizanin ku di van raporan de jî israr dikin. Ev rastiyeke ku ATK li pêş berdana girtiyên nexweş asteng e.”   ‘Rapor pêşî li tahliyeyan digire’   Gulserenê di dawiya axaftina xwe anî ziman ku ji bo girtî bên berdan û biryara taloqkirina înfazê bê dayîn rapora ATK’ê ferze û wiha dawî lê anî: “Daxwaza ku raporên nexweşxaneya têr dike, ji nedîtîve tê. Daxwaz nayên dîtin û ji ber ATK serbixwe tevnagere tahliye nayên kirin. Bi raporên li dijî rastiyê girtiyên nexweş nayên berdan.”   ‘Divê taloqkirina înfazê ferz be’   Şebnem Korur Fîncaci jî derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got ji bo du girtiyên ku heman pirsgirêka tenduristiyê dijîn raporên cuda tên derxistin û krîterên divê pêk bên pêk nayên. Şebnemê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê ATK bizanebe ku girtî di hawirek baş de dimîne an na. Tevî raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ya ji bo girtiyên kemoterapiyê dibînin jî, înfaz nayên taloqkirin. Ji bo girtiyên pençeşêrê li girtîgehan hawirek paqij û xwedîbûnek baş tune. Ji ber vê divê taloqkirina înfazan ferz be.”