ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-09 09:00:00     * Parlamenter Semra Guzel bal kişand ser êrişên li hemberî Mexmûr û Şengalê û got: "NY û hikûmeta Îraqê bi bêdengiya xwe hevkariya êrîşên dewleta tirk dikin." Rêvebera DBP'ê ya Rezanê Hasîbe Yazdik jî li hemberî êrişan banga yekitiya neteweyî kir. BI DÎMEN   *Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û seroka Konseya Naventa TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci bertek nîşanê rapora ATK’ê ya ji bo girtiyên nexweş ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan û diyar kirin ku ATK li pêş berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan asteng e. Her wiha bang kirin ku divê ATK polîtîkayên desthilatdariyê esas negirtin û wek saziyek serbixwe tevbigerin.   *Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak kampanyaya "Em tiryakbûnê bişkînin, jiyana nû ava bikin" nirxand û got: “Bikaranîna hişbirê  wek rêbazeke şerê taybet bi salane li herêmê tê meşandin. Bi vî awayî hewl didin mîsyona pêşeng a ciwanan pasîf bikin û ji têkoşînê dûr bixin. Em jinên ciwan li dijî tiryakbûnê wê bibin pêşeng û têkoşînê mezin bikin.” BI DÎMEN