Dayika girtiya nexweş: Dê têkoşîna me dawî li tecrîdê bîne 2021-09-08 09:01:36     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayika girtiya nexweş Saadet Îdîn, Aliye Îdîn anî ziman ku keça wê ji ber qrîza derbas kir aliyê wê yê rast felç bûye, li gel vê jî keça wê girtin û ceza kirin û got: “Tedawiya keça min nayê kirin. Ez ji ber rewşa tendirustiya wê bifar im. Em vê zilmê qebûl nakin. Ger ku tecrîd bê rakirin dê zilm jî bi dawî bibe. Dê têkoşîna me dayikan dawî li tecrîdê bîne.”   Li dijî binpêkirina mafan û li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'î ve greva birçîbûnê ya li girtîgehan hat destpê kirin di roja 286'an de ligel hemû zext û zordariyan didome. Li aliyekî grev didome li aliyekî jî binpêkirina mafên girtiyan hêj rojeva sereke ye. Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe zext û zordarî zêde dibin û mafê girtiyan tê binpêkirin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û rewşa wan roj bi roj giran dibe. Ji van girtiyên nexweş yek jî jê Saadet Îdîn a ku di Girtîgeha Tîpa T’ya Şirnexê de tê girtin e. Saadet a ku sal û nîvek e girtî ye, bi giştî 14 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn.   Dayika Saadet a girtiya nexweş, Aliye Îdîn derbarê rewşa keça xwe û grevên birçîbûnê de axivî.   'Keça min qrîz derbas kir û felç bû'   Aliye, bibîr anî ku keça wê ev sal û nîveke bi awayek bê hiqûqî girtî ye û got: “Keça min du sal û nîvan di girtîgeha Şakranê de ma. Wê demê tahliye bû. Hîn salek keça min temam nebû carekedin girtin û niha sal û nîveke girtî ye. Keça min beriya ku bê girtin 10 roj pêşî qrîz derbas kir û di encama qrîzê de aliyê wê yê rast felç bû. Keça min nikaribû dest û piyên xwe bixbitîne. Li gel vê jî li Şirnexê polîs li me geriyan û gotin îfadeya keça we heye bila bê îfadeyê bide. Piştre jî hatin keça min birin û girtin. Dema îfadeya keça min girtin jî bi awayek fermî nehat girtin. Ji ber ku nexweş bû divê nehata girtin. Keça min nikaribû biaxive û bimeşe. Bi awayek bêhiqûqî ew  girtin. Li keça min 14 sal û 6 meh ceza hat birîn.”           ‘Di mehekê de sê caran birine nexweşxaneyê’   Aliye, bi lêv kir ku ji ber nexweşiyê rewşa keça wê nebaşe û wiha domand: “Niha keça min aliyê wê yê rastê nebaşe û tim diwerime. Ji ber nexweşiya wê rêvebiriya girtîgehê dibe nexweşxaneyê lê belê tu tiştî nabêjin. Bi tenê derzîkê lê didin û dişînin. Bijîjkan gotiye divê emara wê bê kişandin. Lê ji ber ku li nexweşxaneyê emar tune ye, keça min carekedin şûnde şandine girtîgehê. Keça min di mehekê de sê caran birine nexweşxaneyê. Hefteyê du-sê caran jî birine cem bîjîjkê girtîgehê. Ji ber vê vîrûsa koronayê nikare tim biçe nexweşxaneyê. Dema diçe dikin karantînayê. Lê belê tu tedawiya wê nayê kirin. Keça min nikare pêdiviyên xwe pêk bîne û bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe pêk tîne. Girtiyeke jin ali balê  alîkariya keça min dike. Pêdiviyên wê pêk tîne. Keça min bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Ji ber nexweşiya keça xwe em gelek bifikarin. Bila zarokên me berdin. Divê tedawiya wan li derve bê kirin. Zarokên me hemû bê sûc in.”   ‘Bila dawî vî zilmê bînin’   Aliye, destnîşan kir ku di girtîgehê de li dijî zarokên wan zext, zilm û zordarî tên kirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Zarokên me li gel nexweşiya xwe jî zilmê dibînin. Zarokên me çi kirine. Alavên ku em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan. Rojname û pirtûkên wan nadin wan.  Alavên ku em dişînin an qet nadin wan û an jî piştî mehekê didin. Li kantîna girtîgehê her tişt gelek biha ye. Di her aliyî de li zarokên me zilm tê kirin û tên tecrîdkirin. Bila dawî li vê zilmê bînin. Zarokên me ne sûcdar in. Zarokên me tenê jiyanek azad û aştiyane dixwazin.”   ‘Me zarokên xwe ne ji bo ku bikin girtîgehan mezin kirin’   Aliye, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Keça min ji min re nabêje ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Lê belê dema ku em diçin  hevdîtinê em ferq dikin ku di grevê de ye. Di çalakiya greva birçîbûnê ya berî vê de jî cih girtibû. Wê demê di girtîgeha Şakranê de bû. Bila zext û zordariya li ser girtiyan bê rakirin. Em dixwazin jiyanek azad û wekhev bê avakirin. Bêyî ku zerar bigihêje zarokên me bila daxwazên wan bi cih bînin. Bi girankirina tecrîdê re gefên li ser wan zêde bûne. Bila tecrîd bê rakirin. Ger tecrîd bê rakirin dê ev zilm û zordarî jî bi dawî bibin. Bila hikûmet demildest gavê bavêje. Êdî bes e bila dilê dayikan neşewite. Bila hemû girtiyan berdin. Me zarokên xwe ne ji bo ku Erdogan zilmê li wan bike mezin kirine. Me zarokên xwe ne ji bo ku bikin girtîgehan mezin kirin.”   ‘Tecrîdê bi dawî bikin’   Aliye, di dawiyê de got ku ew dixwaze tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû dayik li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û destên xwe daynin ser wîcdana xwe. Divê dayik bi berxwedana xwe vê xwîne bidin sekinandin û tecrîdê bi dawî bikin. Banga me ji hikûmetê ew e ku dawî li vê zilmê bînin. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Kezeba me dayikan dişewite.”