Li Çewlikê hat îdakirin ku li du jinan întîhar hatiye ferzkirin 2021-09-07 15:52:16   ÇEWLIK - Li çewlikê du jinên ku hat îdakirin îîntîhar li wan hatiye ferzkirin yekê ji wan jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê Dîcle Y. ya 18 salî ku bi malbata xwe re li hev nekiriye tê îdiakirin ku duh hewl daye întîhar bike. Dîcle Y. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê û hat zanîn ku rewşa wê baş e û ji nexweşxaneyê hatiye derxistin.   Li aliyê din hat îdiakirin ku Zehra Sumen (27) ku li navenda Çewligê dijî çar roj berê întîhar lê hatiye ferzkirin. Hat zanîn ku roja întîhar kiriye jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê hatiye veşartin. Hat diyarkirin ku Sumen bi tundiya derûnî ya mêrê pê re hatiye zewicandin û malbata xwe re rûbirû maye.   Hat diyarkirin ku Suman dayika du zaroka ye.