Zarokê ket cuha avê jiyana xwe ji dest da 2021-09-07 14:26:40     RIHA - Ji du zarokên li Haliliyê ketibûn cuha avê û jiyana xwe ji dest dabûn yek jê cenazeyê wî hat dîtin.    Li Navçeya Haliliyê ya Rihayê Enes Kurt (8) û Tahir Demirler (9) ên pezê xwe diçêrandin ji ber sedemeke ne diyar ve ketin cuha avê. Demek şûnde zarok ji ber çav winda bûn.    Li ser dayina agahiya xizmên zarokan ekîbên agirkuj û polîsên noqav hatin cihê bûyerê. Piştî xebatên ekîban cenazeyê Enes Kurt hat dîtin.    Xebatên lêgerîna ji bo Taha Demirler jî didomin.