Ji girtiyên govend gerandin cezayê ragihandinê hat birîn 2021-09-07 12:38:35       ENQERE - Li Hevşaredara Qerayaziyê Melîke Goksû û 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ne, ji ber strandina stranan û gerandina govendê mehek cezayê ragihandinê hat birîn.    Hevşaredara Navçeya Qerayaziya Erziromê Melîke Goksû ku qeyûm li şûna wê hat bicihkirin, duh ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ku lê girtî ye, telefonî malbata xwe kir.    Melîkeyê di hevdîtina li gel malbata xwe de diyar kir ku mehek berê ji ber stran strandine û govend gerandine cezayê dîsîplînê li wê û li 3 hevalên wê yên girtî ku bi wê re di heman odeyê de ne, hat birîn.    Cezayê ragihandinê hat birîn   Melîkeyê diyar kir ku govenda gerandine û stranên ku wan strandine bûne hêceta lêpirsîna dîsîplînê û ji bo wê û 3 girtiyên din mehek cezayê ragihandinê hatiye dayîn.   Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ne, bi hinceta ku wan jî bi kurdî stran strandine, mehek cezayê ragihandinê, danûstandinê û serdanê hatibû birîn.