Li Tetwanê tacîza leşker: Bersûc Mehmet T. 2021-09-07 11:02:19     Marta Somek   İSTANBUL - Xaltiya zaroka ku dema ji Stenbolê diçû Tatwanê piştî nasnameya wê hat kontrolkirin zanînên di nasnameya wê de ji aliyê  leşkerê bi navê Mehmet T ve hatin dizîn û hat tacîzkirin M.T. got, "Ji kujerên mîna Musa Orhan ku dewlet wan diparêze hêzê digrin. Berpirs li holê ne." Herwiha M.T. banga piştevaniyê li raya giştî kir.     Yek ji polîtîkayên şerê taybet ku li herêmê tê meşandin zarok û jinên ku ji aliyê leşker û polîsên dewetê ve tacî û tecawiz li wan tê kirin e. Sala borî li navçeya Qubînê ya Êlihê derketibû holê ku çawîşê pispor Musa Orhan li Sêtê tecawizî jina 18 salî Îpek Er kiriye. Îpek piştî vê bûyera kirêt hewl dabû întîhar bike û piştî çend rojan li nexweşxanyê hat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bertekên raya giştî Musa Orhan hatibû girtin, piştî 10 rojan girtî mabû di 25'ê Tebaxa 2020'î de hatibû tahliyekirin. Di daneşîna dawî ya doza ku kiryar Musa Orhan jê dihat darizandin de jî biryara girtinê nehatibû dayîn.    Bi hinceta kontrola nasnameyê agahî hatine girtin   Li gel polîtîkayên bêcezahiştinê bi "xelatkirina" kiryaran a ji aliyê dewletê re sûcên tên kirin roj bi roj zêde dibin. Mînaka vê ya herî dawî jî zaroka ku ji Tatwana Bedlîsê rêwîtî dikir û bi hinceta kontrola nasnameyê ku nasnameya wê jê hat girtin û zanînên derbarê wê de ji aliyê leşker Mehmet T.  ve hatin dizîn û hat tacîzêkirin e. Mehmet T.di serî de van agahiyan li ser Înstagramê parve dike û ji ser hesabê xwe şîroveyên ku êrîşa zayendî di nav xwe de dihewînin dike û pişt re jî bi peyamên ku ji zarokê re dişîne careke din wê tacîz dike.    Xaltiya zaroka ku zext û tacîz lê hat kirin M.T. der barê tiştên hatin serê xwarziya wê de ji ajansa me re axivî.   Zext û tacîz    M.T., diyar kir ku xwarziya wê li gel ku Mehmet T. hişyar kiriye û gotiye 'êrîşa zayendî li min neke' jî du mehên li gund maye Mehmet T. êrîşên xwe domandine. M.T. diyar kir ku xwarziya wê li gel di 10'ê Tîrmehê de vegeriya ye Stenbolê jî dîsa leşker Mehmet T. êrîşên xwe berdewam kirine. M.T. diyar kir ku gumanbar Mehmet T. ji  xwarziya wê re gotiye ku ew cihê lê dimîne nas dike, ew ê bê cihê lê dimîne û zext lê kirine. M.T. got ku li gel xwarziya wê bersiva gûmanbar nedaye jî wekî ku bersiva wî dabe êrîşên xwe yên zayendî domandine û wiha berdewam kir, " Leşker Mehmet T. ji xwarziya min re wêneyê xwe şandiye û di peyama xwe de got, ' ez cihê tu lê yî nas dikim ezê bêm wêderê' û ew tacîz kiriye û zext lê kirine. "    Gûmanbar: kes nikare tiştekî ji min bike   M.T. diyar kir ku xwarziya wê ji ber ku tirsiyaye demekê bêdeng maye û piştre ev agahî pê re parvekirine û piştî ku peyamên wî li ser Twîtterê hatine teşîrkirin peyamên xw paşve kişandine. M.T.diyar kir ku ew nayê wateya ku wê êdî gûmanbar dest ji tacîzê berew û berdwam kir: "Em gişî bikin jî ji ber ku daraz erka xwe bi cih nayene em ê tu encamê bi dest nexin. Dema ku xwarziya min ji gûmabar re gotiye ew ê gilî bike jî gûmanbar gotiye, "Tu kes nikare tiştekî bi min bike û ez ji tu kesî natirsim' û zextên xwe domandine."   'Ji kesên mîna Musa Orhan ku hat parstin hêzê digirin'   M.T. diyar kir ku gumanbar Mehmet T. ji polîtîkayên bêcezahiştinê û ji kiryarê mîna Musa Orhan ku dewletê ew aprast hêzê digire û berdewam kir, "Dibêjin 'wî kir tiştek nebû wê tu tişt bi me jî neyê'. Berpirsên zêdebûna van bûyeran li holê ne. Gumanbar her roj di hesabên nû ku vediker de xwarziya min tacîz dike."   Banga piştevaniyê   M.T., li ser navê xwarziya xwe ya ku tê tacîzkirin banga piştevaniyê kir ku ji ji bo kiryar bên cezakirin her kes hestiyar tevbigere.