Divê ji bo xwezayê beyî newekhevî bê kirin, hestiyarî bê nîşandan 2021-09-07 09:04:36     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji jinên nêzîkatiya newekhev a li dijî şewatên li herêmê rexne kir, Hevseroka Şaxa DAD a Îzmîrê Nebahat Çelîk diyar kir ku şewat hem ji bo rantê hem jî bi armanca astengkirina vegerên herêmê hatine derxistin.   Şewatên li Dêrsîm, Çewlîk û Bedlîsê ku bi rojan mudaxale nehat kirin û piştre ketin bin kontrolê, li nokteya Girê Bestkê herêma Besta ya navbera Şirnex û Sêrtê  li 10 cihên cuda şewat didome. Şewata ku muxadale lê nayêkirin, nahêlin welatî jî mudaxale bikin û jinan bertek nîşanê bêdengiya li hember şewatan dan.   ‘Ev sûc e’   Hevberdevka Platforma Ege Çevre (EGEÇEP) Seval Ekşîcî da zanîn ku negirtina tedbîran û nemudaxalekirin sûc e û got li her derê Tirkiyeyê dereng mudaxaleyê şewatan hatiye kirin. Sevalê bêberpirsyariya desthilatdariyê bibîr xist û got: “Di dema wê de mudaxaleyê şewatan nayê kirin û piştre jî wek herêma karasetê nayê îlankirin. Di pêvajoya ku THK dewrê Fona Hebûn êhatiye kirin û piranî pîlotên hewayê ji peywirê hatine girtin de kêmasî hatin jiyîn. Ev hemû ne bê tedbîrî ye, ev sûc in.”   ‘Divê gel destur nede’   Sevalê di berdewamiyê de bi lêv kir k udi şewatên li herêma Egeyê de rayagiştî hinekan hedef nîşan dide û wiha got: “Li Dêrsîm û herêmê ji bo lêkolîna qada madenê hinek destur derketin. Wek gelek deverî bi destura îmarê bi destura lêgerîna zêrê bi sîyanur re em ê bên rû hev. Tiştê divê dewlet bike gel dike. Ji ber vê divê em destur nedin astengiyên dewletê.”   ‘Berpirs wezaret û rayedarin’   Sevalê daxuyakirin ku berpirsên şewatê divê raste rast hedef bên nîşandan û wiha dirêjî dayê: “Di serî de wezaret û hemû peywirdarên cemawerî yên peywira xwe nakene. Divê ewlehiya canê hemû zindiyan bê girtin. Divê em destê xwe bikin bin kevir.”   ‘Xweza tunebe jiyan jî tune’   Hevseroka Şaxa DAD a Îzmîrê Nebahat Çelîk jî bi lêv kir ku Elewî civaka xwezayîne û mirov parçeyek xwezayê ne û wiha dirêjî dayê: “Dema xweza tunebe jiyan jî tune. Dayikên me radibin ji rojê re dua dikin, ji bo kesên di tengasiyê de alîkariyê dixwazin û ji zindiyan re dua dikin. Xweza bo me pir girînge. Dema mirov qîrina sewalan dibihîzin kezeba mirovan dişewite. Mirov divê vê qebûl nekin.”   ‘Şewat bi zanebûn tên derxistin’   Nebahatê her wiha ev tişt bi lêv kir: “Şewat parçeyek polîtîka tunekirinê ye. Şewat her sal li qadên qedexe tên derxistin. Li Dêrsîmê projeyên qada madenê tên axaftin. Li wir rant heye. Şewat bi xwe dernakevin. Bizanebûn tên derxistin. Hestiyariya li hember şewatên li bajarên Rojava tê nîşandan divê ji bo herêmê jî bê nîşandan. Ez banga hestiyariyê li her kesî dikim.”   ‘Em berpirsan ji 38’an heta niha nas dikin’   Endama Federasyona Komeleya Dersîmê ya Îzmîrê (DEDEF) Asiye Yagan jî balkişand ser girîngiya daristanan a ji bo mirovan û da zanîn ku ew berpirsên şewatê ji 38’an heta niha nas dikin û wiha dawî lê anî: “Astengkirina welatiyên şewatê ditemirîne zalimiye. Felsefa elewitiyê xwe dispêre xwezayê. Roj, av, ax pîrozin. Ji bo her kesî girîgin. Em ji bo Antalyayê jî xemgîn bûn, ji bo Çewlîkê jî ji bo Bedlîsê jî. Lê dema mijar dibe herêm kor dibin. Malên me dişewitînin. Lê çi dibe bila bibe em amadene ku bedelê bidin.