ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-07 09:00:00     *Jinên li Mêrdînê bi şerdên zor li ser erd dixebitin bal kişandin ser zehmetiyên dibînin û gotin ew saet ji 6'ê serê sibehê heta 7'ê êvarî li ber tavê dixebitin û heqê keda xwe nagirin. Jinan di heman demê de bal kişandin ser derftên kêm ên xwendinê û daxwaz kirin ku perwerdeya bi zimanê kurdî bê dayin. DÎMEN HEYE   * Lutfiye Kiliç ya li mezraya Meleyan a Şemzînanê bêrivaniyê dike, bertek nîşanê qerekolên ku li sînor hatine çêkirin da û got: “Li vir qerekolên Tirkiyê hene û li pişt wê jî yên Îranê. Li ser axa me aramî nema.” BI DÎMEN    * Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê der barê 4 siyasetmedarên jin de îdianame amade kir û di îdianameyê de têkoşîna li dijî şîdeta li jinan tê nîşandan, hedef hat girtin.   *Ji jinên nêzîkatiya newekhev a li dijî şewatên li herêmê rexne kir, Hevseroka Şaxa DAD a Îzmîrê Nebahat Çelîk diyar kir ku şewat hem ji bo rantê hem jî bi armanca astengkirina vegerên herêmê hatine derxistin. ÎZMÎR   *Xaltiya zaroka ku dema diçû Tatwanê piştî nasnameya wê hat kontrolkirin zanînên di nasnameya wê de ji aliyê  leşkerê bi navê Mehmet T ve hatin dizîn M.T. got, "Ji kujerên mîna Musa Orhan ku dewlet wan diparêze hêzê digrin. Berpirs li holê ne." Herwiha M.T. banga piştevaniyê li raya giştî kir.      *Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji girtîgehê têkildarî komkujiya li Konyayê name şand diyar kir ku ew sersaxiyê ji malbata Dedeogulari dixwaze û wiha got:"Ez di destpêkê de êşa we ya mirov nikare pênase bike parve dikim û ji dilê we yê birîndar maç dikim."