Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan 2021-09-06 16:57:45   STENBOL - Hevjîn û keça Dayika Aştiyê Fahriye Bikim di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Dayika Aştiyê û keçek xwe jî birîndar bûn.    Wesayîta malbata endama Dayikên Aştiyê Fehmiye Bikim duh li Adapazariya Kocaeliyê qezaya trafîkê kir. Malbat bi wesayîta xwe ji Adapazariyê dihat Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ku biçin Amedê. Wesayîtek ku ajokarê wê mey bi kar anîbû û xiza zêde kiribû ji paş ve li wesayîta malbata Fehmiye Bikim da.    Hevjînê Fehmiye Bikim, Fehmî Bikim (90) û keça wê Nîhal Bikim (54) di qezayê de jiyana xwe ji dest da.    Dayika Aştiyê Fehmiye Bikim û keça xwe Sîbel Kirmizi jî birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Umraniyeya Stenbolê tê dermankirin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Sîbel Kirmizi giran e.    Hat zanîn ku ew ajokarê li erebeya malbata Fehmiye Bikim daye ji cihê bûyerê reviyaye û hêj nehatiye girtin.    Cenazeyê Fehmî Bikim û keçawî Nîhal Bikim li Goristana Yenîdogan a Sancaktepeya Stenbolê hat veşartin.    Wê şîna malbatê li Gundê Kulikan ê bi ser navçeya Depê ya Xarpêtê ve were danîn.