Li jinên ji bo Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin cezayê pere hat birîn 2021-09-06 14:53:06   HATAY - Bi hinceta "Ji fermanê re serî netewand" li 2 jinên beşdarî çalakiya şermezarkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê bûn herkê 427 TL cezayê pere hat birîn.    Platforma Jin bi hev re bi Hêzin a Hatayê di 27'ê Adarê de li Koprubaşiya Antakyayê daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê dide jiyîn"da. Cezayê pere li du jinên beşdarî daxuyaniyê bûn hat birîn.    Piştî çalakiya bi mehan şûnde li 2 jinan bi hinceta "Ji fermanê re serî netewand" herkê 427 TL cezayê pere hat birîn.