Agirê li Geliyê Mûnzûrê hat kontrolkirin 2021-09-06 14:26:18   DÊRSIM - Agirê bi qada daristanê ya Çemê Salê yê li Geliyê Mûnzûrê ketibû hat kontrolkirin.    Agirê bi qada daristanê ya Çemê Salê yê li Geliyê Mûnzûrê yê Dêrsimê ketibû hat kontrolkirin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin do di saetên serê sibehê de agir bi qada daristanê ya Çemê Salê ket. Berê jî agirê bi Çemê Firtina Veli ketibû gihaştibû Çemê Salê jî.   Hat diyarkirin agirê bi qada daristanê ya Çemê Salê yê li Geliyê Mûnzûrê ketibû hat kontrolkirin.     Kesên dildar ji ber îhtimala ger agir dîsa bi daristanê bikeve ji bo ew mudaxale bikin disekinin.