Zaroka li Rihayê hat qetilkirin hat veşartin 2021-09-06 13:40:04   RIHA - Cenazeyê Amara Dwla ya li Navçeya Eyyubiyeyê ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin hat definkirin.    Li navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê Amara Dwla ya 13 salî bi hinceta zewac red kiriye bavê wê Ahmet Mohammed Dwla ew qetil kiribû. Cenazeyê wê ji aliyê Miduriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî ya Bajêr ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin. Cenazeyê wê li morgê dihat rawestandin. Miduriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî ya Bajêr têkildarî mijarê daxuyanî da. Li ser vê daxuyaniyê xebatkarên Miduriyetê cenaze wergirt û birin li Goristana Asrî ya Nû veşartin. Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol û cîgira wî Fazîlet Taştan Arserîm jî beşdarî merasîma cenaze bûn.