Jinên li Fîskayayê: Li dijî hilweşînê em tu car şûnde gavê navêjin 2021-09-06 09:03:09   AMED - Li Taxên Dîcle û Ferîtkoşk yên girayê taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîr a  Amedê, wek taxên bi rîsk hatin îlankirin û piştî vê biryara hilweşînê hat dayîn. Şêniyên taxê diyar kirin ku dixwazin çand û xwezaya wan talan bikin û gotin wê li dijî hilweşînan şûnde gavê navêjin.   Bi îmzeya Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di 18’ê Tebaxa 2017’an de taxa Fîskaya ya Yenîşehîr a Amedê wek qada bi rîsk hatibû îlankirin. Bi plansaziya ‘veguhestina bajêr’ re taxa Ferîtkoşk û Dîcle ya li Fîskaya ne dîsa di rojevê de cihê xwe girtin.  welatiyên li taxên ligel baxçeyên hatine avakirin, dijîn, diyar dikin ku bi salane jiyaneke hevpar didomînin.   ‘Wê xweza û çand bê texrîbkirin’   Hat gotin ku wê li taxan ji aliyê TOKÎ ve avahî bên çêkirin. Hacer Varan a bi salan e li Fîskayayê ye, got cihê lê dimînin bi xweza û çanda xwe cihekî cuda ye û bi avahiyên ku bên çêkirin re wê çand û xweza xera bibe. Hacerê wiha dirêjî dayê: “Ez li vê taxê hatim dinê. Ciwaniya min li vir derbas bû. Me her tiştê xwe li vir jiya. Bi avahiyên bên çêkirin re wê her tişt biguhere. Wê çand û xweza me bê texrîbkirin.”   ‘Armanca dewletê eve ku me belav bike’   Hacerê balkişand ser jiyana kolektîf a li taxê û wiha dirêjî dayê: “Taxa bi hevre hertiştên xwe parvedikin. Armanca dewletê ev e ku me ji hev belav bike. Ji ber vê jî dixwazin taxa me tune bikin. Ligel vê jiyana navenda bajar pir biha ye. Gelo wê ev mirov çawa debara xwe bikin. Ger ku dewlet bi rastî dixwaze tiştekî bike bila restore bike. Ji bilî wê em tiştekî naxwazin.”   ‘Dewlet dîsa me koçber dike’    Hatun Gulen jî ev tişt bi lêv kir: “Dewlet ji bo me ji xaniyên me derxe, me dixapîne. Dewletê berê em ji cihê me kirin, gundê me malên me şewitandin. Em neçar man koç bikin. Tevî evqas xizaniyê me li vir xanî çêkir. Niha dixwazin me carek din koçber bikin. Niha jî ji bo em ji xanî derkevin pere pêşniyar dikin. Bi pereyê ew didin ne xanî em nkiarin teqsîtekî xanî jî bidin. Em mirovên xizanin. Ez tenê dijîm. Dewlet dixwaze xweza û çemê Dîcle ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bila dewlet destê xwe ji ser jiyana me bikşîne. Ez ji mala xwe dernakevim.”   ‘Dewlet bi van xaniyan dixwaze bêrîka xwe tije bike’   Hatun Yayik jî destnîşan kir ku 45 sal e li Fîskaya dijî û got: “Dewlet dixwaze vir xera bike û vîlayan çêbike. Dewlet xaniyên çêdike jî hewl dide bifroşe me. Dewlet ji bo berjewendiya xwe li vir xaniyan çêdike. Dixwazin mirovan ji vir derxin. Gel xizan e. Em tenê li vir dikarin debara xwe bikin. Em nikarin teqsîdan bidin.  Ez û zarokên xwe naxwazin vir hilweşe. Em ji cihê xwe kêfxweşin.”   ‘Dewlet hewl dide mafên me ji destê me bigire’   Eymene Aslan jî 50 sal e li taxê dijî û wiha berteka xwe anî ziman: “Bila xaniyên me neyên hilweşandin. Li navendê xanî pir biha ne. Derfetên me tune ne. Dewlet bi zor jî me derxe em dernakevin. Tevî tapoyên me hene hewl didin me derxin. Vîlayên dewlet çêdike pir biha difroşe. Em bi tu awayî belgeyan îmze nakin.”   ‘Dewlet bila aramiya me xera neke’   Belkisa Vural jî anî ziman ku ji ber hilweşînan gel û zarok hemû belav bûne û wiha got: “Ez û du keçên xwe li vir dijîn. Em ji cihên xwe kêfxweşin. Ez fêrî vir bûme. Gelo em ê li navendê çawa debara xwe bkin. Em li vir rehetin û aramin. Bila dewlet aramiya me xera neke.”   Hanim Can jî bertek nîşanê rewşê da û got: “Em naxwazin xaniyên me bên hilweşandin. Ez nikarim li navendê debara xwe bikim. Ez li vir kêfxweşim. Dewlet çima cihê me hildiweşîne. Sedem çi ye? Derdikeve nûçeyan û dibêje evqas pere wê bê dayîn, hewl didin me bixapînin û Fîskaya xera bikin. Dixwazin me belav bikin. Em xaniyên xwe nadin.”