Li Taksîmê di bin dorpêçê de israra aştiyê 2021-09-05 17:34:31     STENBOL - Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê yên Stenbolê ku xwestin li "Mîtînga Aştiyê" li dar bixin, mîtînga ku dê bihata lidarxistin ji aliy êwalîtiyê ve hat qedexekirin. Girsya ku xest qedexeya mîtîngê li Taksîm Tunelê şermezar bike ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.    "Mîtînga Aştiyê" hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê ya ku wê li Bakirkoya Stenbolê bihat lidarxistin ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Kesên ku xwestin li Tunela Stenbolê qedexeyê şermezar bikin û kom bûn jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin .Girseya ku parlmaneterê HDP'ê Musa Pîrogolu  û gelek rojnameger tevli bûn  di bin dorpêça polîsan de man. Girseya ku hat dorpêçkriin dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kir.   Bendemayîna girseyê ya di bin dorpêçê de berdewam dike.