Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê berdewam dike 2021-09-05 11:48:05   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbuna girseya gel koma 132’an dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê ku 264 roje bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 132’an dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.   Beriya ku çalakî were dewirgirtin keçên çalakvan sitrana ‘Apo’ pêşkêş kriin û diyarî Rêberê PKK'ê  Abdullah Öcalan kirin. Piştî xwedina helbestê li ser navê koma 131’ê Kurdistan Yüksek axivî û wiha got: ‘’Li ser navê koma çalakiyê em di serî de Rêbertî û hemu hevalên di zîndan û çeperan de li ber xwe didin bi rêzdarî û hezkirineke mezin himbêz dikîn. Çalakiya ku di bin sernavê ‘Dem Dema Azadiye’ de hatiye destpêkirin em ê heta dawî bibin û heta negihin armanca xwe em ê berdewam bikin. Ji ber ku dewleta tirk ji fikrê Rêbertî ditirse bi hemû hêza xwe êriş dike, dixwaze bi van êrişên xwe Rêbertî û ciwanan ji hevdû qut bike. Lê em weke ciwanên kurd şiyar bune, bi doza xwe ve girêdayî ne û her dem êm ê xwe bi felsefeya Rêbertî mezin bikin.’’    Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana  Zîndanan" bi dawî bû.