Jinên Hezexî: Kesên bi wesayitên zirxî qetlîaman dikin darizînin 2021-09-05 11:14:13     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê , bertek nîşanê qetilkirina Mîraç Mîroglu ê 7 salî ku bi wesayita zirxî hat qetilkirin dan, xwestin ku du qereqolên li taxa wan hatine çêkrin bên rakirin û kujer bên darizandin.   Polîtîkayên şerê taybet ên îqtîdara AKP'ê  li herêmê bi dest polîs û leşkeran berdewam dikin. Parçeyekî van polîtîkayan jî  qetlîamên bi wesayitên zirxî tên kirinin. Ji ber qereqol û kelehkolên ku li her devera herêmê hatine çêkirin hema çi bigire roj namîne ku bi wesayitên zirxî yên van qereqol û kelehkolan jin, zarok, ciwan, kal û pîr neyên qetilkirin.  Mînaka vê ya herî dawî jî ew e ku li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê, wesayîta zirxî li Mîraç Mîroglu yê 7 salî hat qelibandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.   Jinên li taxa Tûrgût Ozal a Hezexa Şirnexê bertek nîşanî van qetlîamên ku bi destê dewletê tên kirin dan û gotin ku bila qerqolên li taxê hatine çêkirin bên rakirin.    ‘Ev komkûjiye’    Emîne Malgaz, anî ziman ku ji ber van qetlîamên tên kirin ew ji rewşa zarokên xwe bi fikarin û  got: “Em dixwazin bila êdî ev bûyer bi dawî bin. Her car dilê me diêşê. Ji ber maşîneyên zirxî em zarokên xwe nema dikarin ji malê derxînin. Du bi van wesayitan zarokekî din li kolanê hat qetilkirin.  Panzerê lê da û li pey xwe kaş kir. Dûçerx bû sê parçe. Em naxwazin ji kolanê derbas bibin. Bila ji rêyek din derbas bibin. Çima di nava taxê re derbas dibin?  Zarokên me li van kolanan e û maşîneyên zirxî jî bi lez tên ji vir derbas dibin. Em êdî naxwazin zarokên me bên kûştin.  Ev dewletek bi zilm û zalim e. Ji ber vê jî dawî li van bûyeran nayê. Neviyê min tim dixwest em jê re dûçerxê bikirin. Lê piştî ku ev bûyer bû duh digot ‘ez êdî dûçerxê naxwazim.’ Zarokên me ditirsin. Em nizanin wê çi bê serê me. Em dixwazin kesên ku dibin sedema van bûyeran bên cezakirin.  Ev komkûjî ye. Em jiyanek azad, aram û aştiyane dixwazin. Em dixwazin zarokên me li kolan û kûçeyan bi rehetî bigerin û bilêyzin.”   ‘Em naxwazin ji taxên me derbas bibin’   Behiye Saçan jî destnîşan kir ku ev bûyer gelek zêde bûne û wiha pêlda axaftina xwe: “Tên bi panzeran li me didin û direvin diçin. Ji bo wan mirov, sewal an jî tiştekê din ferq nake û li hemû kesan didin. Bi bayê bezê tên lê didin û diçin. Me li dijî wan bertekên xwe anîn ziman. Em  bêdeng nebînin. Divê edalet cihê xwe bibîne.  Ez li mala keça xwe bûm. Derketim derve. Min dît ku panzerê li zarokê da û li pey xwe kaş kir. Piştre kirin panzerê û birin nexweşxaneyê. Panzerê dûçerxê kir sê parçe û bêlava zarok jî firiyabû hewşa baxce. Em êdî newêrin ku zarokên xwe derbixin kolanan. Qereqolên xwe anîne di nava taxê de çêkirine. Ji ber wan ev bûyer bû. Bila rêyên xwe bigûherînin ji rêyek din biçin û bên. Em naxwazin ku ji taxên me  derbas bibin. Em welatiyên taxê vî tiştî qebûl nakin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne û kiryar bên cezakirin. Heta kiryar neyên cezakirin ev bûyer bi dawî nabin. Bi zanebûn zarokên me tên kûştin. Ji ber ku em kurd in. Dewlet ketiye destê wan û sîxûran. Daxwaziya me edalet û azadî ye.”   ‘Bila qereqolê ji taxê rabikin’   Dayik Zehra Kaşbaş jî bertek nîşan da û wiha pêlda axaftina xwe: “Bila qereqolê ji taxê rabikin. Zarokên me li derdikeivn kuçê û cihê wan ê listikê ye. Em êdî nikarin li ber deriyê xwe jî bisekinin. Her roj ji vir maşîneyên zirxî bi lez tên derbas dibin. Me digot wê rojekê li kesekî bixe. Em dibînin ku çi li me dikin. Bila ji taxên me derbas nebin. Zilmê li me dikin. Panzer çima di nava taxên me re derbas dibin? Em vê qebûl nakin. Em aramî, azadî û xweşiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Bila dawî li vakn komkujiyan bînin. Kesên ku zarokên me qetil dikin nayên cezakirin. Edalet cihê xwe nabîne. Em ê tu carî bêdeng nabînin.”     Ji salên 2008'an heta niha ji 52 kesên ku bîrîdar bûn 20 jê zarokê 40 kesên ku hatin qetilkirin navê wan wiha ye:   “*31’ê Tebaxa 2008: Li ser ceda Amedê ya Êlihê di dema rapêşiya konvoya maşîneyên zirxî de, maşîneyek Adnan Enûk(11) da. Di bûyerê de Adnan ê ku giran birîndar bû, derbare leşker de lêpirsîn hat vekirin û biryara bêşopandinê ve bi encam bû.   *29’ê Nîsana 2009: Maziye Aslan(7) a ku dema li ser rêya Colemêrgê dimeşiya di bin maşîneya polîsên hêzên taybet de ma û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê ji polîsên hêzên taybet yek hat girtin.   *4’ê Hezîrana 2010: Li Şirnexê Dîren Basan(10) di bin maşîneya zirxî ya akrep de ma û jiyana xwe ji dest da. Derbarê polîsê ku Dîrenê kuşt de lêpirsîna ku hat vekirin jî biryara bêşopandinê hat dayîn û dosye hat girtin.   *16’ê Gûlana 2010’an: Li gundê Akalin a navçeya Gevera Colemêrgê maşîneya zirxî ya aynê Midûriyeta Polîsan a Navçeyê Turgut Gezer(12) giranî birîndar kir.   *13’ê Gûlana 2012: Li navçeya Qereyazî ya Erziromê Yusuf Yilan(9) a ku karê boyaxkirina bêlavan dikir ji ber maşîneya zirxî lê da jiyana xwe ji dest da. Derbarê polîs de tu doz nehat vekirin.   *23’ê Tebaxa 2012: Li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê maşîneya zirxî Muhsîn Îşleyen(8) qelibî û bi giranî birîndar bû.   *Nîsana 2013: Li navçeya Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî ji ber Sînan Saltikalp(17) da, bi giranî birîndar bû. Sînanê ku 4 mehan beşa lezgîn de ma, di 29’ê Tebaxê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   *14’ê Gûlana 2013: Li navçeya Rêzana Amedê maşîneya zirxî li zarokê 4 salî A.O da û bi giranî birîndar bû.   *8’ê Nîsana 2014: Li taxa Hacibekîr a Wanê dema protestoyan de maşîneya zirkî li zaroka 12 salî A.O.  qelibî û bi giranî birîndar bû.   *17’ê Tirmeha 2014: Li taxa Mahsut Efendî ya navçeya Palandokena Erziromê maşîneya sivîl a li ber Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Heremê, zarokên ku sewalên xwe ji zozanan dianîn da. Di encamê de gelek sewalên wan telef bûn û zarokan bertek nîşan dan. Zarokaên ku bertek nîşan dan ji ber gûleya polûsan birîndar bûn.   *2’ê Îlona 2014: Li semta Fîskaya ya Amedê maşîneya zirxî Enes Karagoz(7) da û jiyana xwe ji dest da.   *23’ê Gûlana 2015: Li navçeya Gevera Colemêrgê,  maşîneya zirxî Kamuran Orman(15) qelibî û giranî birîndar bû.   *15’ê Nîsana 2016: Li ser rêya Riha-Dîlokê, maşîneya zirxî ya girêdayê Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê ku li minibûsê da û Cuma Ozkaplan(17) jiyana xwe ji dest da.   *4’ê Gûlana 2016: Maşîneya zirxî ya aîdê Midûriyeta Polîsan a Navenda Colemêrgê du xwendekaran qelibî.   *12’ê Hezîrana 2016: Li navçeya Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî li Bûnyamîn Bayram(6) da û jiyana xwe ji dest da.   *28’ê Hezîrana 2016: Li kolana Îpekyolu ya Wanê mînîbûsa ku polîsên hêzên taybet têde bûn Çinar Bartin(8) qelibû û giranî birîndar bû.   *24’ê Tîrmeha 2016: Taha Kiliç a 4 salî ku li ber Midûriyeta Polîsan a Navçeya Îpekyolu ya Wanê di bin panzera polîsan de asê ma jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê gotin ku wesayît nesekiniye. Der barê polêsên ku bûn sedema mirina Taha de tu lêpirsîn nehat vekirin.    *30’ê Tebaxa 2016: Mustafa Duman (17) li Wanê di encama gulebarana wesayîta zirxî de dema ku li ber mala xwe rûniştibû jiyana xwe ji dest da.    *6’ê Îlona 2016: Naciye Ozdemîr a 71 salî dema li Meydana Seyît Riza bû wesayîta zirxî ya bi tîpa kobra lê qelibî û jiyana xwe ji dest da.    *8’ê Cotmeha 2016: Li navçeya Geverê wesayîta zirxî ya bi tîpa kobra dikana mobîlye bi gûlebaran kir,Şemsettîn Çakmakçi, Rahmî Safhali, Necdet Îşozû, Serhat Buldan û Aydin Tûmen ên ku li ber dikanên rûniştibûn jiyana xwe ji dest dan. Mehmet Alî Kaya jî birîndar bû.   *24’ê Cotmeha 2016: Li navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta zirxî Hakan Sarak(5) xist û jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku wesayît ranewestiya, Hakan ji ber xwînê jiyana xwe ji dest dan.    *1’ê Teaxa 2017: Li Meydana Okmeydan a Stenbolê Raşîd Oso(7) yê ji Kobanê ji ber wesayîta zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.    *9’ê Sibata 2017: Li navçeya Kerborana Mêrdînê, Berfîn Dîlek(7) ji ber wesayîta zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.   *Li ser rêya Sêrt-Êlihê, wesayîta zirxî ku paşve dihat Kerem Arslanê 34 salî da û jiyana xwe ji dest da.    *21’ê Adara 2017: Li ser rêya Hezex û Cizîrê, nêzî gundê Kovahê wesayîta zirxî ji ber erebeyek da Okan Înce, Bahadir Beyazlioglu û kesê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da.    *Li kolana Nîsana 2’yan a Wanê, wesayîta zirxî du kesan da û jê Abdullahvahap Taş giran birîndar bû.   *27’ê Nîsana 2017: Li Wanê wesayîta zirxî k udu welatiyan qelibî, yek jê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    *27’ê Nîsana 2017: Li Kolana Gevran a Amedê, wesayîta zirxî Hatun Elhuman xelibî û jiyana xwe ji dest da.    *4’ê Gûlana 2017: Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya Şirnexê wesayita zirxî dîwarê malekê hilweşand û Muhammet(7) û Furkan(6) Yildirim ê ku dema di malê de raketibûn jiyana xwe ji dest dan.    *9’ê Hezîrana 2017: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, wesayîta zirxî ku polîsên hêzê taybet tê de motorsîkletê da û Mehmet Şerîf B.(17) girabî birîndar bû. Zarokê birîndar nigekê wî hat birîn. Lêpirsîna ku hat vekirin de tu pêşketin nebû.   *14’ê Hezîrana 2017: Li navçeya Lîceya Amedê, rêya ku ji trafîkê re girtibû Pakîze Hazar a 70 salî qelibî û cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di encama darazê de derbarê polîs de ku 3 meh cezayê malê hatibû dayîn, piştre daket 2 sal û 6 mehan.    *19’ê Hezîrana 2017: Li ser rêya Amed-Çewlîgê, wesayîta zirxî maşîneya sivîlan qelibî, ajovanê erebê Remzî Menteşe û zarokê ku temenê wî navbera 8-10 de ye jiyana xwe ji dest da.    *20’ê Hezîrana 2017: Li navçeya Lîceya Amedê, wesayîta zirxî ku Pakîze Hazar qelibîn û jiyana xwe ji dest da, kesên çûbûn şînê dema vegerê de wesayîta zirxî Mahmut Oner(74), Abdulhamît (63), Fîkrî Demîrbaş(53) û Zeyel Demîrbaş da û jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîn bi biryara bêşopandinê ve bi encam bû.   *20’ê Hezîrana 2017: Li navçeya Elkê ya Şirnexê, wesayîta  zirxî 3 welatiyan qelibû û birîndar bûn.   *19’ê Cotmeha 2017: Li taxa Çalê ya Sêrtêi wesayîta zirxî li Felek Batur(6) qelibî û jiyana xwe ji dest da.    *5’ê Mijdara 2017: Li ser rêya Êlih-Amedê wesayîta zirxî dema ji Fermandariya Cendirmeyan a Navendê dertê wesayîta sivîl diqelibe.    *5’ê Mijdara 2017: Taxa Korik a Êlihê, leşkerê ku navê wî nehat zanîn bi erebeya xwe ya taybet dema ajotina erebeyê fêr dikir Burak Îlhan(5) qelibî û jiuana xwe ji dest da.    *19’ê Mijdara 2017: Li taxa Saray a Kerborana Mêrdînê, maşîneya polîsan dema ku devriye digeriyan Fatma Nurê Dursun(65) qelibî û birîndar bû.    *22’ê Mijdara 2017: Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta zirxî Ruken Cansiri(8) qelibû û birîndar bû.    *19’ê Kanûna 2019: Li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê li ser kolana Gevranê wesayîta zirxî erebeyek qûlibî û ajokar birîndar bû.    *23’ê Çileya 2018: Li Cizîrê wesayîta zirxî Mehmet Saît Alkkan û du kurê wî giran birîndar kir.    *25’ê Çileya 2018: Li Birca Belek a navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta zirxî zaroka 10 salî S.A. qûlibî   *26’ê Adara 2018: Li navçeya Şendînlî ya Colemêrgê wesayîta zirxî Îsmaîl Firat ê 72 salî dema rê de dimeşiya qûlibî. Di qezayê de Îsmaîl birîndar bû.    *7’ê Nîsana 2018: Li taxa Yenîşehîra navçeya Silopiya Şirnexê, li kolana Nexweşxaneyê Nerîn Kiliç û kurê wî Suavî ve dema derbasî aliyê rê dibûn wesayita zirxî lê da. Nigê çepê yê Suavî hat birîn.    *22’ê Nîsana 2018: Li Kerboranê wesayita zirxî dema paşve tê Suphiye Yakut a 50 salî dema li ber deriyê mala xwe bû giran birîndar bû. Doz berdewam dike û hat zanîn ku beriya bûyerê kamera hatine girtin.   *24’ê Gûlana 2018: Li Mûşê ji ber guleya ku ji wesayîta zirxî derket, Veysel Toplu(10) dema li ber deriyê mala xwe dilêyze birîndar dibe. Walî 24 saet şûnde got bûyer qezaye.    *28’ê Gûlana 2018: Li Dêrsîmê wesayîta zirxî ya leşkeran Hûseyîn Çîmen(60) qelibî û birîndar bû.    *6’ê Hezîrana 2018: Li Amedê TOMA,  Mehmet Tektekînê(75) dema xwest derbasê aliyê rê bibe lê diqelibe û ji ber qelibandinê hişê xwe winda dike. Di 8’ê Hezîranê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.    *13’ê Hezîrana 2018: Li taxa Atatûrk a Dersîmê wesayîta zirxî Alî Sezer(92) qelibî û jiyana xwe ji dest da.    *28’ê Hezîrana 2018: Li Geverê wesayîta zirxî dema Halît Artikê (56) dixwaze derbasî aliyê rê bibe diqelibe û giranî birîndar dibe.    *Li gundê Elemûn a navçeya Qilebana Şirnexê, bi hinceta tîcariya sînor dikin welatiyan dikin binçavan. Di wesayita zirxî de kesên hatin binçavkirin zarok jî navê de ji ber qeza kir 2 jê leşker 13 kes birîndar bû. Alî Olmezê 15 salî jiyana xwe ji dest da.   *3’ê Îlona 2018: Li taxa Konakê ya navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta polîsan erebeyekê da.    *15’ê Îlona 2018: Li navçeya Tuşbayê ya Wanê, wesayîta zirxî maşîneya sivîl da û xiriqand. Di qezayê de kesek birîndar nebû.   *12’ê Adara 2019: Li Silopiyê Ruken Elma(9) ya ku dema diçû dibistanê panzerê lê da û ji nigê xwe birîndar bû.   *16’ê Gûlana 2019: Li navçeya Cizîra Şirnexê ji ber wesayîta zirxî Fevziye Şengûl(46) qûlibî birîndar bû.    *3’ê Îlona 2019: Li Dortyola Cizîrê wesayîta zirxî erebeya sîvîlan da.   *11’ê Îlona 2019: Li taxa 5 Nîsan a Rêzana Amedê wesayîta zirxî, Efe Tektekîn(5) da û jiyana xwe ji dest da.    *23’ê Îlona 2019: Li gundê Goktepe ya Malazgîrta Dêrsîmê, wesayîta zirxî Oktay Er(22) qûlibî û jiyana xwe ji dest da.    *9’ê Îlona 2019: Li taxa Karşiyaka ya Silopiya Şirnexê Hamza Ogdem(7), wesayîta zirxî lê da û birîndar bû. Wesayîta zirxî ji cihê bûyerê revî.    *9’ê Kanûna 2019: Li navçeya Bazîdê ya Agirî, bi hinceta ehliyeta M.F.(16) û E.C.A.(15) tuneye polîsan daye li pey wan û piştî demekê bi hevdû qûlibîne.    *27’ê Gûlana 2020: Li Amedê wesayîta zirxî ji ber ne li gor rêzika trafîkê tevgeriyaye û zivirî, bû sedema qezayê.   *1’ê Nîsana 2021: Li navçeya Gevera Colemêrgê, wesayîta zirxî Nîhat Şerzan Akdogan(12) qûlibû û birîndar bû.   *8’ê Tebaxa 2021: Li taxa Sanayî ya navçeya Ahlata Bîtlîsê, wesayîta zirxî ku di navê de Fermanderê Artêşa 3 ya Erziromê jî tê de dema ji Mûşê “pîrozkirina serkeftinê” vedigerin, Eyûp Kirtay(10) diqelibe û jiyana xwe ji dest dide.    * Li taxa Tûrgût Ozalê ya Hezexa Şirnexê, wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglu qûlibî û jiyana xwe ji dest da.”